ENQERE - Nivîskar Dîcle Anter têkildarî geşadanên Tirkiye û Kurdistanê û êrîşên li dijî siyaseta kurd nirxand û got, ji avakirina komarê heta niha siyaseta Tirkiyeyê gelê kurd wekî dijmin dîtî ye.
Piştî OHAL’ê li Tirkiye û Kurdistanê her roj rojev diguher e û Rewşa Awarte bi her awayî didome. Bi taybet êrîşên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dikin û her roj siyasetmedarên kurd tên binçavkirin û girtin. Nivîskar Dîcle Anter der barê geşedanên Tirkiye û Kurdistanê bi taybet jî êrîşên li dijî siyaseta kurd de axivî û da zanîn ku bavê wî, Apê Mûsa di gotnekê xwe de dibêje‘Ger mirov pêşiyê denklema xwe şaş bi kar bîne, dê encam her tim şaş derbikeve.’ Anter diyar kir ku wekî bavê wî jî got, li Komara Tirkiyeyê denklem şaş hatiye avakirin û denklema Tirkiyeyê li ser komkujiyê hatiye avakirin.
‘HIKÛMETA AK PARTIYÊ HIKÛMETEKÎ HOV E’
Anter diyar kir ku, ev demek dirêje rêveberiyek dijdemokrasiyê Tirkiyeyê bi rê ve dibe û wiha axivî: “Ji avakirina komarê heta niha rêveberiyên cûda hatin ser kar û xebatên rêveberiya Tirkiyeyê. Hemû rêveberiyan li dijî siyaseta kurd astengî derxistin, lê tu rêveberî û hikûmetan ewqas bi awayekî hovane li dijî siyaseta kurd êrîş pêk neanîn. Hemû gelên Tirkiyeyê baş dizanin armanca îlankirina OHAL’ê êrîşên li dijî siyaseta kurd e. Lê binêrin di bin navê operasyonên li dijî rêxistina FETO'yê de kesên kurd, demokrat û sosyalîst tên girtin. Tu eleqeya wan kesan bi rêxistina FETO'yê re tune ye û em hemû vê yekê baş dizanin.”
‘SIYASETA KURD SIYASETEKE DEMOKRATÎK E’
Anter anî ziman ku gelê kurd di vê pêvajoyê de ya ku ket ser milên wan nekirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê dema tiştek biqewim e destpêkê mirov xwe rexne bike. Hikûmetek ewqas li dijî me hovitiyê pêk tîne ez dipirsim, lê me çi kir? Divê ku em ewqas bêdeng nemînin. Îro hevserokên partî û şaredariyên me tên girtin. Divê ku em bi hev re li hemberî wan êrîşan dengê xwe bilind bikin û pişrtgiriyê bidin siyasetmedarên kurd. Yên ku siyasetê li ser lingan digirin gel in. Ger gel nebe tu awayî siyaset pêş nakeve. Siyaseta kurd siyasetekî demokratîk e û mafê gel heye piştgiriyê bide siyaseta demokratîk a partiyên kurd.”
‘GELÊ KURD JI NIRXÊN XWE TAWÎZ NADE’
Anter dest nîşan kir ku, hikûmet bi axaftinên xwe dixwaze gelê kurd bîne sewiyeya xwe û axaftina xwe wiha domand: “Her kes uslûb û axaftinên hikûmetê dibîne. Hikûmet dixwaze gelê kurd li gorî ûslûba wan tevbigere û ew çi diaxivin gelê kurd jî wisa biaxive. Lê dîtin ku gelê kurd wekî uslûba wan tevnagere û naaxive û ev yek jî ew pir nerihet kirin. Careke din jî hat dîtin ku gelê kurd tu caran ji nirxên xwe tawîz nade û her tim li gorî çanda xwe tevdigere. Gelê kurd gelekî dîrokî ye û tu carî ji jiyana xwe ya dîrokî û paqij tawîz nade tu kesê.”
‘ÇI BAWERIYA HIKÛMETÊN TIRKIYEYÊ TUNE YE'
Anter balê kişand ser pirsgirêka kurd û wiha domand: “Bi taybetî dewra hikûmetên ku ji salên 90'î wir ve hatin ser rêveberiyê, her tim qala pirsgirêka kurd kirin. Çawa ku Suleyman Demîrel û Mesut Yilmaz di salên borî de gotin ku pirsgirêka gelê kurd pirsgirêka me ye, niha jî Erdogan radibe dibêje ku pirsgirêka gelê kurd pirsgirêka me ye. Lê em hemû dibînin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu gav nayên avêtin û her tim gelê kurd wekî dijmên tê dîtin. Her tim desthilatdar dixwazin gelê kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, lê êdî gelê kurd ne gelê berê ye, gelê kurd xwedî hêz e û tu caran jî nayê lîstikên wan hikûmetan.”
‘KOMARA TIRKIYEYÊ LI SER KOMKUJIYÊ HATIYE AVAKIRIN’
Anter bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Binêrin dema ku AK Partî hat avakirin, soza gelek tiştan da gelê kurd. Gelê kurd bi salan e ji bo azadî û aştiyek mayînde têdikoşe. Dema ku AK Partî hat avakirin soza çareserkirina pirsgirêka kurd da û li Kurdistanê ji aliyê gelek kurdan ve deng girt. Lê hikûmeta AK Partiyê bi awayekî zelal gelê kurd xapand. Niha li Rojhilata Navîn gelê kurd xwedî statû ye û gelê kurd wan xapandinên hikûmetê ders girt û li gorî vê jî hêza xwe her roj mezintir kir. Gotinekî bavê min Apê Musa hebû ‘Ger mirov pêşî denklema xwe şaş bi kar bîne, dê encam her tim şaş derbikeve’ wekî bavê min jî got li Komara Tirkiyeyê denklem şaş hatiye avakirin. Denklema Tirkiyeyê li ser komkujiyê hatiye avakirin. Ger qalik bikeve careke din dê xwîn dest pê bike.”