Parêzerê Komkujiya 10'ê Cotmehê: Emniyet agahiyan bi dadgehê re parve nake

ENQERE - Parêzerê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê Kazim Bayraktar, parast ku îktîdar bersûcan diparêze û wiha got: "Muduriyeta polîsan an muqawemetiyê nîşan dide, agahiyan kêm dide; an jî bi tu awayî delîlan bi dadgehê re parve nake."

Celseya 3'yemîn a doza Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê jî çêbû. Hemû celseyên ku heta niha çêbûne, bi giştî 13 rojan domandin. Ji parêzerên gazincker ê dozê Kazim Bayraktar, anî ziman ku tenê ne ya 10'ê Cotmehê, xala hevpar a hemû dozên ku der barê komkujiyên DAIŞ'ê de hatine vekirin ew e ku, delîl bi awayekî têrbar nayên berhevkirin.

'MUDURIYETA POLÎSAN MUQAWEMETIYÊ NÎŞAN DIDE'

Bayraktar wiha got: "Ji bo nedayîna hin tomariyan û agahiyan, muduriyeta polîsan muqawemetiyê nîşan dide. Me gelek caran xwest. Muduriyeta polîsan an muqawemetiyê nîşan dide, agahiyan kêm dide; an jî bi tu awayî delîlan bi dadgehê re parve nake."

'MUDURIYETA POLÎSAN HEJMARA TELEFONA BERSÛC NEDA'

Bayraktar, îşaret pê kir ku di celseya dawîn de jî daxwaza guhdarîkirina hin peywirdarên muduriyeta polîsan hatiye redkirin û wiha axivî: "Ji hin muduriyetên polîsan re muzekere hatine nivîsandin, lê belê bi awayekî têrbar herikbariya agahiyan çênabe. Hejmara telefona bersûcekî dozê hat xwestin, lê belê Muduriyeta Polîsan a Dîlokê bersiva 'Em li telefonê geriyan, lê me nedît' da. Em jî bigerin em ê nikaribin bibînin. Peywira muduriyeta polîsan ew e ku vê telefonê bide dadgehê."

'HINCETA BIRYARA BIDAWÎKIRINA GUHDARÎKIRINÊ TUNE YE'

Bayraktar, îşaret pê kir ku hin daneyên beriya komkujiyê jî nexistine dosyeya dozê û got ku, ev li pêşberî pêşveçûyîna dozê astengiyê dide der. Bayraktar ev mînak bi bîr xist: "Di sê mehên ewil ên sala 2015'an de Îlhamî Bal ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Enqereyê û di navbera destpêka meha gulanê û 14'ê Hezîranê de jî ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Enqereyê ve hatiye guhdarîkirin û paşê jî biryara bidawîkirina vê guhdarîkirinê hatiye dayîn. Dadgehê ji bo çi biryara bidawîkirina guhdarîkirinê da û agahî nedaye dozger û di axaftinên 2 klasor tapeyên ku bi awayekî kurt hatine guhdarîkirin de, hin hûrguliyên teqîna 5'ê Hezîranê ya Amedê derketine holê."

Bayraktar, îşaret pê kir ku peywirdarên muduriyeta polîsan bi awayekî baş lêpirsîna endamên DAIŞ'ê yên hatine binçavkirin nekiriye û wiha axivî: "Li Parka Perîlîkayayê 5 kes tên binçavkirin. 5 telefon tên lêkolînkirin, lê belê di rastiya xwe de hejmara telefonan 8 e. Ev lêgerîneke çawa ye? Ev dibe cihê pirsnîşaniyê. Em ferz bikin 8 telefon derketin, lê di girtenameyan de bi tu awayî nayê diyarkirin ku di van telefonan de kîjan xet hatine bikaranîn. Em nizanin ku ka muduriyeta polîsan ev tespît kiriye yan na. Bêyî ku tu delîl bên berhevkirin, dozger jî ji ser xwe avêtiye û ji bo rewşeke 'min peywira xwe bi cih anî' bide der, belkî jî hema bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê dike. Di dadgehê de İbrahim Bakhouri û Samer tên berdan. Bi şertê venêrîna edlî û qedexekirina derketina derve tên berdan. Piştî vê demildest tên dersînorkirin û Bakhouri diçe li Brukselê komkujiyê pêk tîne."

‘HATIYE XWESTIN KU HIN KES BÊN GIRTIN Û HIN KES NEYÊN GIRTIN'

Bayraktar, dest nîşan kir ku wan di hemû komkujiyên DAIŞ'ê de xaleke hevpar raçav kiriye û wiha axivî: "Tu dibê qey hatiye xwestin ku hin kiryar tevî bersûcê tetikêş ê çalakî lidarxistiye û alîgirên wî bên zevtkirin, lê belê ji vê wirdetir tu kirarî nehatine kirin. Hatiye xwestin ku hin kes bên zevtkirin, lê tu dibê qey nehatiye xwestin hin kes jî bên zevtkirin. Yanî şik û gumaneke wisa li me peyde bû."

'BERSÛC TÊN PARASTIN'

Bayraktar, got ku polîtîkayên heyî yên îktîdarê jî bersûcan diparêze. Bayraktar, agahiya ku peywirdarên dewletê li girtîgehê serdana bersûcê komkujiya Enqere û Pirsûsê Yakup Şahin kirine da û wiha got: "Ji wezaretê hin kes hatine girtîgehê. Nayê zanîn ku kî hatine, lê belê Yakup Şahin li xwe mikur hat ku hin kes hatine. Lê nayê zanîn ku bi vana re çi hatiye axaftin. Dema em vana tînin cem hev û li operasyonên DAIŞ'ê dinihêrin, sed heb bên zevtkirin ji vana tenê 3-5 kes tên girtin. Her wiha herî zêde salekê girtî dimînin!"

'DIYAR IN KU KÎ NE'

Bayraktar wiha got: "Bi peywirdarên cemaweriyê yên ku rê li ber komkujiyan vedikin tê zanîn. Em dikarin ji nakokiyên ku di nav dewletê de ne sûdê wergirin û wek doza Hrant Dînk di vê dozê de jî qelişînekê bibînin û xwe bigihînin encamê." Bayraktar herî dawî wiha got: "Divê pêwendî û têkiliya di navbera dozên DAIŞ'ê de bê danîn. Li saziyên cemaweriyê, li edliyeyan hîn jî hin kesên ku bi duristî karê xwe dikin hene. Heke em nakokiyên nav saziyan jî binirxînin, mumkun e ku peywirdarên cemaweriyê yên ku rê li ber van komkujiyan vekirine bên tespîtkirin. A rast ji xwe diyar e ku ev kî ne."

Selami Aslan - dihaber