Piştî neçîra akademisyenan dest bi neçîra xwendekaran kirin

MÊRSÎN- Rêveberiya Zanîngeha Mêrsînê, piştî li gelek akademîsyenan doz vekir û ji zanîngehê dûr xist di sal û nîvek dawî de li 373 xwendekaran doz vekir û 72 xwendekar ji zanîngehê dûr xist. Xwendekaran diyar kirin ku dê mil bidin mil û van êrîşan têk bibin.

Rêveberiya Zanîngeha Mêrsînê û Midûriyeta Polîsan bi hevkariya hev li dijî akademîsyen û xwendekarên çepgir lêpirsîn, doz û operasyonên dûrxistinê daye destpêkirin. Bi taybetî piştî 20’ê Tirmehê komkujiya li Pirsûsê pêk hat, der barê sedan xwendekarên muxalif de doz hat vekirin. Heta niha der barê 373 xwendekaran de doz hat vekirin û 72 gelek xwendekar di navbera 1 meh û 3 serdeman de ji zanîngehê hatin dûrxistin. Dîsa 10 xwendekarên zanîngehê ji dozên cuda hatin girtin û hêj girtî ne.Xwendekarên ku li kampusa zanîngehê stant vekirin jî der barê wan de doz hat vekirin.

XWENDEKARÊN MUXALÎF HEDEF IN

Xwendekarê Pola 4’an ê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Mêrsînê Ersin Aydin, diyar kir ku heta niha der barê wî de 6 doz hatine vekirin û wiha got: “Rektoriya Mêrsînê heta niha der barê min de 7 lêpirsîn daye destpêkirin. Di ciwanên zanîngehê de ruhê Gezî û Kobanê heye. Ji ber vê yekê pergal berî her tiştî êrîşî xwendekarên zanîngehê dike. Li Zanîngeha Mêrsînê bi taybetî piştî 11’ê Kanûna 2015’an dema xwestin Nihal Atsiz bibîr bînin û xwendekarên şoreşger destûr nedan vê yekê êrîşên li dijî wan zêde bûn. Piştî vê bûyerê Rektorê Zanîngehê
Ahmet Çamsarî der barê her kesî de dozê vedike. 3 kes li cem hev kom bibe dêr barê wan de lêpirsîn vedikin.”

Aydin, da zanîn ku êdî destûr nadin ku standan vekin û afişan daliqînin û der barê xwendekaran de doz li ser dozê tê vekirin û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de ji ber ku hevalekî me beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bû, doz li wî vekirin. Hevalekî me ji ber ku slav da standa jinan a 8’ê Adarê ji zanîngehê hat dûrxistin.
Aydin, xwest êdî cemawerî vê yekê zanibin û ji bo vê yekê dest bi xebatê kirine. Aydin, bilêv kir ku xwendekarîn zanîngeha Mêrsînê ji bo hemû zanîngehên Tirkiye vê zexta li ser wan zanibe dest bi xebatê kirine.”

Xwendekarê Pola 2’yemîn yê Fakulteya Fen Edebiyatê Mahmut Gul jî anî ziman ku serdemekê ji zanîngehê hatiye dûrxistin û wiha got: “Rêveberiya Zanîngehê dixwaze bi van dûrxistin û dozan serdestiyê li ser xwendekaran çêke.
Xwendekarên perwerdehiya zanist, demokratîk û akademîk dixwazin rastî astengiyan tên.Dibe ku me ji zanîngehê dûr bixe. Lê nikare me ji doz , tekoşîn û rêxistinbûna me dûr bixe.