Der barê dosyeya 28 kesên ku li jêrzemînan hatin kuştin de biryara neşopandinê hat dayîn

ŞIRNEX- Der barê giliya ji bo 28 kesên ku li Cizîrê di dema qedexeya derketina kolanan de li jêrzemînan hatibûn kuştin hat kirin de, bi hinceta "Hincetên li gor huqûqê hene" biryara neşopandinê hat dayîn.

Der barê kuştina zêdeyî 150 kesên ku li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan de li jêrzmînan hatibûn kuştin de, li Serdozgeriya Komarê giliyên sûcî hatibûn kirin. Niha ev gilî bi biryara neşopandinê tên biencamkirin.

Malbatan bi riya parêzerên xwe gilî kiribûn. Lê der barê van giliyên wan de biryara neşopandinê hat dayîn. Hinceta neşopandinê bi van gotinan "Ji ber ku di bûyerê de hatiye fêmkirin ku sedemên li gor huqûqê hene" hat daxuyandin. Dozger, der pêş kir ku 28 kesên ku li her 3 jêrzemînan hatin kuştin "endamên rêxistinê" ne û parast ku, hêzên ewlehiyê yên beşdarî operasyonan bûne jî li ser asasê "parastina rewa" ya ku di 25'emîn Madeya Qanûna Cezayî ya Tirk de hatiye diyarkirin tevgeriyane. Her wiha di biryarê de tê dîtin ku, bi tu awayî der barê derbaskirina sînorê "parastina rewa" de tu delîl nehatine tespîtkirin.

BEYANÊN 'ŞAHIDÊ NEPEN' ESAS HATIN GIRTIN

Di 3 biryarên neşopandinê yên berê de jî îfadeyên şahidên nepen ên wek Gumuş, Asya, Îskender, Pamuk û Vatan esas hatibûn girtin. Di vê biryara neşopandinê de jî îfadeyên şahidên nepen esas hatin girtin û hat ragihandin ku her 28 kes jî "endamên rêxistinê" ne.

ÎTIRAZA JI BO BIRYARÊ

Parêzerên malbatan ên îtirazî biryara neşopandinê kirin jî, dest nîşan kirin ku hikûmet bi vê biryarê bereksê berpirsiyariyên xwe yên di nezda Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de tevgeriyaye û gotin ku ew ê serî li dadgeheke bilintir bidin.

Navê 28 kesên ku li jêrzemînan hatin kuştin û der barê dosyeya wan de biryara neşopandinê hatin dayîn ev in: Kenan Adiguzel, Ekrem Sevilgen, Mehmet Benzer, Ahmet Zirig, Nursel Dalmiş, Yilmaz Geçim, Metin Karane, Tahir Akdogan, Serdar Ozbek, Hasan Tag, Bişeng Kolanç, Şukru Coşkun, Mehmet Emin Bayar, Mehmet Ozkul, Muhammet Ata Kalayci, Mesut Karşin, Derya Koç, Edip Arvaz, Abbas Gulbahçe, Erdal Kar, Huseyin Kayaalp, İbahim Altunkaynak, Ferhat Ozluer, Mehmet Can, Murat Tunç, Aydin Guner, Eda Kutay û Emrah Ortak.

Her wiha berê jî der barê giliya ji bo Muharrem Erbek (18) ê ku di jêrzemîna yekemîn de, der barê Yasemin Çikmaz (17) a di jêrzemîna duyemîn de û der barê Ramazan Biriman (22) ê di jêrzemîna sêyemîn de hatibûn şewitandin û kuştin de bi hinceta "Li gir huqûqê ye" biryara neşopandinê hatibû dayîn.