Gelo li Silopiyayê kujerê zarokan panzêra alman e?

ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku wesayîta zirxî ya ku li Silopiyayê bû sedema mirina birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim, panzêra Alman e. Ev panzêr demeke dirêj e ku li herêmê nayê bikaranîn.

Di 3'yê Gulanê de li Taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, polîs bi wesayîta zirxî ketibûn mala malbata Yildirim û bûbûn sedama mirina birayên hev Muhammet (7) û Furkan Yildirim (6). Hat derpêşkirin ku, ev wesayîta zirxî ya ku polîs bi kar dianîn û bû sedema her du birayan "panzêra Alman" e. Ev wesayîta zirxî ya ku tim li ber avahiya MHP'ê ya navçeyê dihat rawestandin, piştî bûyerê ji nişka ve ji holê winda bû. Ev jî îdiayên di vî warî de piştrast dikin.

BAV: PANZÊRA ALMAN BÛ

Bavê her du zarokan Mesut Yildirim, da zanîn ku wesayîta zirxî ya li mala wan qeliband "Panzêra Alman' e û got ku, wesayîta ku ji bo veguhastina personelan û dewriyeyê nedihat bikaranîn, piştî bidawîbûna qedexeya derketina kolanan a li Silopiyayê ev wesayît derketiye holê. Bav Yildirim, ragihand ku panzêr dîwarê malê rûxandiye û bi qasî metre û nîvekê ketiye hundur û got ku, ew hevjîna xwe li odeya kêlekê bûne û bi saya qolonê li odeyê ew filitîne.

PANZÊRA LI BER AVAHIYA MHP'Ê LI KUDERÊ YE?

Yildirim, îşaret pê kir ku wesayîta ku diviya li navenda bajêr qet neyê bikaranîn tim li ber avahiya MHP'ê ya navçeyê dihat rawestandin û got ku, lê belê piştî bûyerê ev panzêr li ber avahiyê naxuyê.

SAL 1992 LI CIZÎRÊ: MIROVAHÎ BI XWÊR VE TÊ KIŞANDIN

Hat zanîn ku di envantera Muduriyeta Polîsan a Şirnexê de hejmara "Panzêrên Alman" sînorkirî ye û bi hinceta "ewlehiyê" li ber saziyên fermî tên rawestandin. Ev panzêr cara ewil di 16'ê Cotmeha 1992'yan de dema ku zarokê bi navê Mesut Dundar (16) ê ku berastengê zihnî bû li pêyî xwe kişand ket rojevê. Rojnameya Ozgur Gundemê wêneyê Dundar ê ku li pêyî wesayîta Alman a bi tîpa BTR 60'î hatibû girêdan bi manşeta "Mirovahî bi xwêr ve tê kişandin" dabû û hikûmeta Alman a wê demê heta demekê ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê sepandibû.

SAL 2005 LI BIŞÊRIYÊ: MIROVAHÎ TÊ ŞEWITANDIN

Bûyera din jî di 25'ê Tebaxa 2005'an de li navçeya Bişêriyê ya Êlihê, piştî gotina Serokwezîr Erdogan a "Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e" bi 13 rojan qewimî bû. Li gor nûçeya Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem a bi manşeta "Mirovahî tê şewitandin", ji 7 PKK'yiyên ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn Abbas Emanî sax hatibû zevtkirin, hatibû lêpirsînkirin, hatibû înfazkirin û cenazeyê wî jî wek ên din hatibû şewitandin. Ev bi wêneyan hatibû belgekirin. Her wiha cenazeyê her 6'ên din jî li pêyî wesayîta Akrep'ê bi benik hatibûn girêdan û bi erdê ve hatibûn kişandin. Di vê bûyerê de jî panzêra Alman hatibû bikaranîn.