Pêlavçêker ji rewşa aborî nerazî ne!

EDENE - Pêlavçêkerên ku li Çarşiya Saeta Mezin li hemberî makînebûnê li ber xwe didin, dest nîşan kirin ku ji ber rewşa aborî ya welat ew tiştekî qezenc nakin.

Pêlavçêkerên ku li hemberî makînebûnê li ber xwe didin, li gel hemû zor û zehmetiyan jî sektora xwe li ser piya dihêlin. Li Edeneyê, esnafên Çarşiya Saeta Mezin a ku ji tamîrkerên pêlavan xalî nedibû niha pir kêm bûne.

Pêlavçêkerên ku li aliyekî li hemberî makînebûnê têdikoşin, li aliyê din ji ber rewşa aboriya welat a ku her diçe xerabtir dibe li ber xwe didin. Mehmet Ovunç ê ku ji sala 1960'an ve binê pêlavan çêdike, anî ziman ku ji ber rewşa aboriya welat ew tiştekî qezenc nakin û got ku, ji ber vê yekê ew nikare deynê xwe bide.

'BI ZORÊ EM XWE TÊR DIKIN'

Ovunç ê ku rewşa vê sektorê bi gotinên "Em li ser têlan cambaziyê dikin" pûxte kir wiha got: "Em her sal bi paş ve diçin. Gelek esnafan derabeyên xwe danîn. Ev nêzî 57 sal in ku ez vî karî dikim. Ji ber qewimînên li welat û makînebûyîna di sektora pêlavan de êdî em tu karî nakin. Êdî em jî nizanin dê rewşa vê sektorê ber bi ku ve biçe." Ovunç, dest nîşan kir ku ji ber karê ku 10 kes dikin makîne bi tena serê xwe dike, 10 kes betal dimînin û got ku, ji ber zêdebûna makînebûnê mirov betal dimînin û nikarin gezek nan bibin mala xwe. Ovunç, da zanîn ku berê 10 kes li ba wî dixebitîn û got ku, ji ber rewşa aboriyê ber bi nebaşiyê ve diçe niha kesek tenê li cem wî dixebite.

Ovunç, anî ziman ku ew kêlekên pêlavan bi 2 lîreyî çêdike û karê ku 30 kes dikirin ancax kesek heta êvarî dike û ew kes jî 60 lîreyî distîne. Ovunç, diyar kir ku ew nikarin tu pêdiviyên xwe jî bi cih bînin û got ku, ew nizanin ku dê rewşa wan ber bi ku ve biçe.

'EM HEWL DIDIN KU LI SER PIYAN BISEKININ'

Sinan Ovunç, îşaret pê kir ku 35 sal in ew pêlavan çêdike û wiha balê kişand ser rewşa piyaseyê: "35 sal in di vê sektorê de dixebitim. Heta niha min qet nedîtibû ku piyase bi qasî niha westdar bûye. Helbet bi qasî makînebûnê, bandora krîza aborî ya welat jî li ser vê heye. Niha em di serdema xwe ya herî zehmet de ne." Ovunç, anî ziman ku ew zewicandiye û du zarokên wî hene û got ku, ew bi zorê debara xwe dikin, lê belê ji ber ji destê wan ev kar tê ji mecbûrî dixebitin.