MÊRSÎN - Welatiyên berasteng ên ku di jiyana rojane de rastî gelek astengiyan tên wiha axivîn: "Bila kes dilê xwe bi me neşewitîne. Em dixwazin bibin kesên ku li ser piyên xwe disekinin û muhtacî kesî nebin."
Hefteya Berastengan di navbera 10-16'ê Gulanê de li 156 dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî ne tê pîrozkirin. Berastengên ku tenê di van rojan de bi bîr tên, di jiyanê de rastî gelek zor û zehmetiyan tên. Li navçeya Yenîşehîra Mêrsînê Seroka Komeleya Berastengên Ortopedîk Azize Nalan Bakir, xwest ku bi boneya 10-16'ê Gulanê Hefteya Berastengan civak li hemberî berastengan û pirsgirêkên wan bi awayekî hayjêhebûniyî tevbigere.
'BILA ZEVTKIRINA MASIYAN HÎNÎ ME BIKIN'
Bakir, anî ziman ku li kuçeyan ew rastî gelek astengiyan tên û got ku, mirov di nêrîna xwe ya li berastengan de taybetmendiya xwe ya empatiyê winda kirine. Bakir wiha axivî: "Mirov nikarin empatiyê çêbikin. Wek em bi kêrî tiştekî nayên li me dinihêrin. Halbukî em jî dixwazin wek mirovên normal di nav civakê de esas bên girtin. Em ferdên vê civakê ne." Bakir, ragihand ku tim wek "mezêxer û bi kêrî tiştekî nayên" li berastengan tê nihêrîn û got ku, êdî ew dixwazin di civatê de hilberîneriyê bikin û bixebitin. Bakir, dest nîşan kir ku ew naxwazin muhtacî kesekî bibin û wiha axivî: "Bila masiyan nedin me, bila zevtkirina masiyan hînî me bikin. Yanî bila kes dilê xwe bi me neşewitîne, em dixwazin bibin kesên ku li ser piyên xwe disekinin û muhtacî kesî nebin."
'DEWLET DIBÊJE MEAŞÊ XWE BIGIRE Û BI KU VE DIÇÎ BIÇE'
Welatiya berasteng Nimet Atin jî wiha behsa zor û zehmetiyên berastengan kirin: "Li vî welatî dewlet jiyanê li mirovên normal zehmet dike, îjar ka li berastengan bifikirin. Ez îro tevî malbata xwe dijîm. Lê naxwazim muhtacî wan bibim. Divê dewlet jiyana me hêsantir bike û nehêle ku em muhtacî kesî bibin. Lê dewlet bi dayîna meaşê mehane yê berastengan ji me re dibêje 'Meaşê xwe bigire û biçe, bi ku ve diçî biçe." Atin, herî dawî anî ziman ku ew naxwazin wek rebenan li wan bê nihêrîn.
‘MEAŞ TÊRA ME NAKE'
Mustafa Erşahin ê berasteng û bavê sê zarokan jî wiha axivî: "Divê êdî di warê ramanê de dewlet wan nêzîkatiyên xwe yên der barê berastengan de derbas bike." Erşahin, anî ziman ku di jiyanê de ew rastî gelek zor û zehmetiyan tên û wiha got: "Êdî em dixwazin bixebitin. Meaşê tê dayîn têra me nake. Yanî ev meaş têra min û malbata min nake."