AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehê yê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun diyar kir ku 323 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û ligel ewqas raporê jî nayên berdan û li hemberî serbestberdena zavayê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê bi rapora di 2005'an de nerazîbûn nîşan da.
Li Tirkiye piştî OHAL hat ilankirin zextên li ser girtiyan zêde bû. Dîsa hêjmara girtin û binçavkirinê duqat zêde bû. Girtiyên nexweş ne tên berdan û ne jî ten dermankirin. Li aliyê din zavayê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi rapora 12 sal berê serbest hat berdan. Ev newekheviya li hemberî girtiyên nexweş bû sedema nerazîbûnan. Li gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan 323’ jê giran bi giştî herî kêm 905 girtiyên nexweş hene. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha Îmraliyê di yek hucreyê de di bin şert û mercên giran de tê girtin. Endamê Komîsyona Girtîgehê yê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun diyar kir ku 323 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û di nava van de tenê zavayê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê bi rapora di 2005'an hat berdan.
Zeytun, anî ziman ku piştî îlana OHAL'ê û derxistina KHK'yan hemû heq, hiqûq û zagon hatin rawestandin û zext û tundiya li ser girtiyan zêde bû. Zeytun, anî ziman ku di serî de Girtîgeha Tîpa D a Amedê diçin hemû girtîgehan ziyaret dikin û lêkolîn dikin û wiha got: "Dema girtîgehan ziyaret dikin em rastî binpêkirin û zextên dijwar tên. Em dibînin ku girtî di kijan şert û mercan de û di bin kijan tundiyê de dijîn.
HEMÛ MAFÊ GIRTIYAN JI DESTÊ WAN HATIYE GIRTIN
Zeytun, da zanîn ku hemû mafê girtiyan ji destê wan hatiye girtin û wiha got: "Sedema îhlalên zêde OHAL e. Gelek girtiyên li dijî van zextan ketin grevê tev hatin sirgûnkirin. Hevdîtinên vekirî piştî OHAL'ê hatin asteng kirin. Mafê axaftina telefonê hat asteng kirin. Girtî bi awayekî keyfî rastî cezayên dîsîplînê tên. Tundya li ser hemû girtiyan zêde bûye. Tevî ku rapora girtiyan a "Nikarin li girtîgehê bijîn" heye jî girtiyên nexweş nayên berdan. Ev pêkanînên li ser girtiyan bi serê xwe îşkence ye. Yek ji girtiyê nexweş Celal Şeker tevî ji Saziya Tipa Edlî ya girêdayî Wezareta Dadê rapora 'Ger ku li girtîgehê bimîne talukeya jiyana wî zêdetir e û 10 rapor ji nexweşxaneyên dewletê stendine ji nayê berdan. Şeker ku li girtîgeha Tîpa D a Amedê ye, nexweşê gurçikê ya kronik e û 14 salin bi diyalizê dijî. Lê li aliyêdin Zavayê Şaredarê bajarê Mezin ê Stenbolê Kadir Topaş bi rapora berê serbest tê berdan ev durûtî ye. "
Zeytun, anî ziman ku tevî girtiyan malbat jî rastî îşkence û zextan tên û malbatên bi hezaran kilometre diçin ziyaretê rastî lêgerîna tazî, rasti neheqiyên giran tên û mafê wan ê ziyaret û hevditinan ji destê wan tê girtin. Zeytûn, da zanîn ku ev hemû pêkanîn keyfî ne û li dijî heq û hiqûqê ne."