AMED - 212 cenazeyên zarokên kurdan ên di şer de jiyana xwe ji dest dan, piştî zagonên Saziya Tipa Edlî hat guhertin, bêyî li heviya malbatan bihêlin, cenaze li gorîn bêkesan defin kirin. Malbatên ku nekarîbûn cenazeyên zarokên xwe bigirin, diyar kirin ku zarokên wan ne bêkes in û li pişt wan gel heye."
Li herêmê piştî 2015'an şer dijwar bû û kuştin zêde bû. Bi şer re gelek kes hatin kuştin. Ciwanên kurd ên di şer de hatin kuştin, gelek jê cenazeyên wan hatin perçekirin û nehat nazkirin. Malbatên ku nekarîbûn cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin, cenazeyê zarokên wan li gorên bêkesan hatin defin kirin. Piştî zagonên der barê Saziya Tipa Edlî (ATK) de hat guhertin, bêyî ku li heviya malbatan rawestin cenaze li gorên bekesan tên defin kirin. Bi guhertina zagonên ATK'ê re cenazeyên ku heta 15 rojan neyên teşhîskirin li gorên bêkesan tên definkirin. Li gel ku hin cenaze tên naskirin jî bi hinceta li benda testa DNA'ye dimînin li gorên bêkesan tên definkirin. Heta niha li gel ku malbatan nas kiriye jî 212 cenaze li gorên bêkesan hatin defin kirin.
TEVÎ KU NASKIRIN CENAZE NEDAN
Di 20'ê Adarê de li çoltara Lîcê endamê HPG’ê Ahmet Derviş (Harem Kobanê) jiyana xwe ji dest da. Tevî ku malbatê cenazeyê wî nas kir jî cenaze nedan malbatê. Malbata Derviş ku li Kobanê dijîn, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin hatin Amedê lê nekarîbûn cenaze bigirin. Destûr nedan ku cenaze di dedriyê Semelka re û Rihayê re derbasî Kobanê bikin. Li deriyê Sêmalka PDK'ê û li Rihayê jî AKP'ê destûr neda cenaze derbas bikin. Cenazeyên li morga nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê tevî ku malbatan teşhîs kirin jî li gora Yenîkoyê li beşa bêkesan hat defin kirin.
ZAROKÊN ME NE BEKES IN
212 cenaze li gorên bêkesan hatin difinkirin. Li gorî agahiyên malbatan, cenazeyên 212 kesan li gorên bêkesan hatin definkirin û 214 cenaze jî li morgan tên rawestandin.
Cenazeyên li gorên bêkesan hatin definkirin wiha ne:
Li Amedê 18 cenaze (2 jin mortê tên rawestandin), li Mêrdînê 12 cenaze, li Rihayê 35 cenaze, li Erzirdomê 51 cenaze, li Meletiyê 30 cenaze, li Dîlokê 20 cenaze, li Şirnexê 2 cenaze, li Wanê 7 cenaze, li Sîlopyayê 37 cenaze li gorên bêkesan hatin definkirin.