AMED - Doza ku têkîldarî kuştina Enes Ata û Mahsum Mizrak ên di 2006'an de ya der barê 3 tîmên taybet de hate vekirin dê sibehê bi encam bibe. Di pêvajoya dozê ya ku gelek skandal qewimîn de di nava delîlan de fîşekên gazê û guleyên bombeavêjin li emniyetê "winda bûbûn".
Li Amedê di 28'ê Adara 2006'an de ji ber bombeyên gazê ya polîsan Enes Ata yê 8 salî û Mahsun Mizrak ê 14 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Doza têkîldarî bûyerê ya hatibû vekirin a 11 salin didome ber bi dawiyê ve hat. Kanûna borî dozger têkîldarî esasê nêrîna xwe aşkera kiribû û îdia kiribû ku çalakiya ku bûye sedema mirina Ata û Mizrak a ku polîsan pêkaniye delîl tuneye û xwestibû polîs beraet bikin. Dadgehê ji bo mutalayê dem dabû parêzerên malbatan. Di doza ku lêkolînekî bi bandor nehatibû kirin de dê sibehê biryar bê dayîn.
DOZ DI 4 SALAN DE HATIBÛ VEKIRIN
Piştî kuştina Mizrak û Ata ji ber nerazîbûnên raya giştî Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêkolîn da destpêkirin. Dozgeriyê der barê polîsên tîmên taybet ên bi navê H.A., N.O. û B.O. de lêpirsîn da destpêkirin. Lê lêpirsîn ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate astengkirin. Walîtiyê ji bo lêpirsînê destur neda. Ji ber ku parêzeran doza li Dadgeha Îdare ya Amedê qezenc kirin der barê polîsan de lêkolîn hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 2009'an de der barê 3 polîsan de doz vekir. Di 2010'an de darizandina polîsan li 1'emîn dadgeha Cezaya Giran a Amedê dest pê kir. Daxwaza parêzeran a ji bo girtina polîsan ji aliyê dadgehê ve her carê hate redkirin.
DELÎL YEK BI 'WINDA' BÛN
Di doza ku 11 sal in berdewam dike de geşedanên ku fikarên parêzeran mafdar derxist qewimîn. Doza ku 7 sal in berdewam dike de geşedanên wekî skandalên qewimîn. Delîlên ku dikare encama dadgehê biguherîne li emniyeta di bin ewlehiya dewletê de yek bi yek "winda" bûn.
Li ser serlêdana parêzeran der barê kesên ku li emniyetê delîl winda kirin de Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê lêpirsîna têkîldarî windabûna fîşeka gazê ya delîla herî girîng a dozê bû ancax 2 salan de bi dawî kir. Lêpirsîna der barê Ş.G. a de hatibû vekirin ji ber 8 sal derbas bûye û demborî bûye biryara neşopandinê hat dayîn. Lêpirsîna ku têkîldarî windabûna fîşeka bombeavêjê jî hê berdewam dike.
Li ser serlêdana malbata Mizrak ji ber ku lêpirsînekî bi bandor nehatiye meşandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye sûcdar dîtibû. Ligel ku DMME'yê 2 caran biryara binpêkirinê dabû jî dozgerê dozê îdia kir ku ji bo ku îspat bike Mizrak û Ata ji aliyê polîsan ve hatine kuştin delîlên têrê bike tuneye û xwest polîs bên beraetkirin. Tê mereqkirin ku dê têkîldarî dozê çi biryar bê dayîn.