RIHA - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di 6 mehên dawî de 3 kesan ji ber deynê xwe nedan întîhar kir. Hat zanîn ku rençberên ku ji ber deynê ceyranê yê DEDAŞ'ê nedane jî ketine destê selefkaran.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, gelek welatî ji ber nekarin kar bi dest bixin karê selefxuriyê dikin. Welatiyên ku karê selefxuriyê dikin û piştre nikarin deynê xwe bidin întîhar dikin. Li navçeya Wêranşarê di 6 mehên dawî de 3 welatiyên karê selefxuriyê dikin întihar kirin. Herî dawî Veysel Acar ê 41 salî ji ber selefxuriyê întihar kir. Birayê Veysel Acar Mehmet Acar anî ziman ku 2 sal berê birayê wî ji bo kar ava bike pere ji selefxuran deyn kir û ji ber nekarîbû pereyên wan bide wan întîhar kir. Acar, ani ziman ku birayê wî di 31'ê Adarê de bi çeka xwe întîhar kir û wiha got: "Birayê min bavê 4 zarokan bû. Lê ji ber nekaribû derûniya deynan rake întîhar kir." Acar, da zanin ku 2 sal berê ji bo dikana pêlavan veke pere ji selefrxwiran deyn kir û wiha got: "Min bi 2 birayê xwe re deyn kir. Hindik mabû me deynê xwe tev dabûya. Di 31'ê Adarê de întîhar kir."
Acar, anî ziman ku hemû kes selefxuran nas dike û rayedar der barê van kesan de tu tiştî nake û wiha got: "Ez ji hemû selefxuran bi glî me. Ez dixwazim der barê van selefxuran de lêpirsîn û doz bê vekirin û bên darizandin. Bi hezaran sîxurên dewletê hene. Wekî min bi sedan kesan li selefxuran glî kir û xwestin bên cezakirin. Min serî li Walîtiya Rihayê, Wezareta Dadê û gelek saziyên dewletê da. Le tu tişt nehat kirin.
'ME TESLÎMÎ DESTÊ SELEFXURAN DIKIN'
Di 17'ê Mijdara 2016'an de jî li Kargeriyek Wêranşarê welatiyê 45 salî Alparslan Haşimî întîhar kir. Piştre hat fêmkirin ku ji ber deynê selefxuran întîhar kiriye. Baldûza Haşîmî Gulay Haşimi anî ziman ku 4 zarokên Haşîmî hebû û wiha got: "Ji ber selefxuran întîhar kir. 10 salin karê fabrîqeyê dikir. Le pîştî tev li karê selefxuran bû 2 caran top avêt û zerar kir. Kesekî hir dihat naskirin û hezkirin. Lê dawiya dawî ji destê selefxuran întîhar kir. Dîsa di nava 6 mehan de li Wêranşar welatiyê bi anvê Abdulkadir Polat întihar kir."
Di nava 6 mehan de li Wêranşarê 3 welatiyan ji ber deynê selefxuran întîhar kir. Gelek rençber û çotkarên nikarin deynê DEDAŞ'ê bidin jî neçar mane ku pere ji selefxuran deyn kirine.