MÊRSÎN - Polîsan serê sibê li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin.
Yekineyên polîsan serê sibê li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de gelek kes binçav kirin. Polîsan li malan lêgerînek hûr kirin û gelek kes binçav kirin. Der barê sedema binçavkirina kesan de agahî nehat zalalkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Kesên hatin binçav kirin wiha ne: Mehmet Emin Sungur, Mujdat Aksak, Emrah Abay, xwendekarê zanîngehê Mahsum Demir, Keyayê taxa Mevlana yê berê Muhtarı Mehmet Hazar.