'Rojname bi rêbazên nû tên bombekirin'

STENBOL - Li ser bombekirina avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê û sibetirê jî gotina xebatkarên rojnameyê ya "ev agir dê we jî bişewitîne" 22 sal derbas bû. Ji şahidên êrîşê rojnameger Huseyîn Aykol girtina saziyên çapemeniyê û desteserkirina amûrên wan wekî "rêbaza bombebarana nû" bi nav kir û banga piştevaniyê û li pey rastiyan çûnê li rojnamegeran kir.

Rojnameya Ozgur Ulke ku yek ji nûnerên kevneşopiya Çapemeniya azade, navenda wê ya li Kardirgaya Stenbolê û buroya wê ya li Enqereyê hatin bombekirin û li ser bûyerê re ev 22 sal derbas bûn. Êrîşa ku di şeva 2'yê Kanûna 1994'an de ha pêkanîn, peywirdarê gihandinê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê birîndar bûn. Ozgur Ulke bi fermana Serokwezîra wê demê Tansu Çîller bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî hat bombekirin, ligel hemû polîtîkayên çewisandin, zext, qetilkirin û bombekirinê jî Ozgur Ulke di 4'ê Kanûnê bi manşeta "Ev agir dê we jî bişewitîne" bi 4 rûpelan derket. Di 22 salên ku derbas bûne de, berpirsên êrîşan, bi darizandinên ji rêzê bi bêcezakirinê hatin xelatkirin.

HEDEFA BOMBEYAN BÛ KESÊ KU BOMBE DANÎNE

Hêj li ser bûyerê re 15 roj derbas ne bûbûn, xebatkarên rojnameyê, mînakek a rojnamegeriyê dan nîşandan û belgeya "veşartî" ya serowezîra wê demê Tansu Çîller a derbarê bûyerê de derxistin holê.

Di belgeyê de yekser navê Ozgur Ulkeyê hatibû dayîn û ev tişt hatibûn gotin:

"Di demên dawî de xebatên çapemeniyên ku bi weşanên xwe piştgiriyê didin faliyetên cudakriyê û xirakirinê, bi awayekî vekirî êrîşî dewletê dikin. Ev gefa girîng a li dijî dabeşnebûna welat û gel ji bo ji holê bê rakirin divê tişta pêwîst bê kirin…"


Êrîşên li dijî çapemeniya azad ku rojname wê demê, bi manşeta "Ev agir dê we jî bişewitîne" Tirkiyeya niha nîşan dida berdewam dikin. Di serdema îktîdara AKP'ê ya 14 salan de ligel çapemeniya kurd çapemeniya muxalif jî hedef hat girtin û ev êrîş gihiştin astek din.


16'Ê TEBAXÊ DE XEBATKARÊN WÊ BI DERPKIRINÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Cigirê Serokwezîr Bulent Arinç ên di 24'ê Tîrmeha 2015'an bi gotinên "Gelek rojnameyên ku Ozgur Gundem û Evrensîl jî di nav de. Di destê me de gelek dosya hene, ev makîneyên sûcin" çapemeniya azad hedef nîşan da û Rojnameya Ozgur Gundemê ya k udi 4'ê Nîsana 2011'ên bi sernavê "merheba" derket bi serdegirtina 16'ê Tebaxê re êrîş berdewam kirin. Polîsên ku bi ser navenda rojnameyê ya li Cîhangirê de girtin, xebatkarên wê bi derpkirinê binçavkirin, Midûrê Weşanê yê Giştî Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya bi îdîayên "endamên rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin girtîgeha Sîlîvriyê.

Piştî serdegirtinê deriyê rojnameyê hat mohrkirin, endamên lijneya şêwiriya weşanê Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay jî li malên xwe hatin binçavkirin û bi îdîayên "endamên rêxistinê ne", "propagandaya rêxistinê kirine" û "yeketiya dewletê xirakirine" hatin girtin.


Li dijî zextên zêde Ozgur Gundem, dest bi kampanyaya "Nobedariya Gerînendetiya Weşanê yên Giştî" kir û ev kampanya jî bû hedefa dadgehan. Di çarçoveya kampanyayê de siyasetmedar, nivîskar, rojnameger, akademîsyen, hunermend, parêzvanên mafê mirovan ên ku rojekê gerînendetiya rojnameyê kiirn bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" rastî lêpirsînan hatin. Gelek lêpirsîn bûn doz û di çarçoveya dozê de Seroka Giştî yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar-rojnameger Ahmet Nesîn, ên ku bûn gerînenderên rojnameyê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Her sê nav, piştî zextên civakî yên li ser hikûmetê piştî 10 rojan hatin berdan.

142 ROJNAMEGER HÊJÎ GIRTÎNE

Îro ne tenê çapemeniya kurd dixwazin hemû aliyên muxalif ên ku gotina "ev agir dê we jî bişewitîne" mafdar derdixîne bêdeng bikin. Li gorî daneyeê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) a ku bi biryarnameya KHK'ê deriyê wê hati mohrkirin, di pêvajoyê şerê ku di navbera 24'ê Tîrmeha 2015'an û 20'ê Mijdara 2016'an de li herêmê hat jiyîn de, di berdewamê wê de bi OHAL'a piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin binpêkirinên mafan ên li dijî çapemeniyê, binçavkirin û girtin zêde bûne. Ji roja 24'ê Tîrmeha 2015'an heta îro 143 rojnameger hatin girtin, ji vana 113 di pêvajoya OHAL'ê de hatin girtin. di 16 mehan de 110 rojnameger hatin binçavkirin û derbarê 60 rojnamegeran de biryara girtinê hatiye dayîn. Di pêvajoya OHAL'ê de 30 rojnameger, piştî wê jî 113 rojnameger hatin girtin; 142 rojnameger hêjî girtîne. Bi OHAL'ê re bi KHK'yan zextên li dijî çapemeniyê zede bûn, 33 radyo, 58 rojname, 5 ajansên nûçeyan, 28 TV, 18 kovar û 30 weşanxane hatin girtin. Bi salane ligel ku rastî zextên îktîdarên cuda hetin jî çapemeniya azad ku bi gotina "Dê rastî di taritiyê de nemînin" riya xwe dişopîne îrojî riya xwe berdewa dike. Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê berê yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, bû şahidê bombekirina Ozgur Ulkeyê û di nava kesên ku manşeta "ev agir de we jî bişewitîne" de cihê xwe girtibû.

'EW AGIR JI WÊ DEMÊ DEST BI ŞEWITÎNÊ KIR'

Aykol, diyar kir ku ew agir ji wê demê dest bi şewitînê kiriye û wiha got: "Me tenê rojnamegerî dikir, me nûçe didin, hevalên me yên rojnameger, nivîskarên me, zanyarê 70 salî Musa Anter, hatin qetilkirin. Buroyên me hatin bombekirin. Wekî wan jî texmîn dikir roja piştî wê serê sibê hat rojnameyê. Wekî kesekî ku bi salan gelek tişt dîtîne min wê carê got temam vê carê xelas bû. Ji nûve destpêkirin gelek zehmet bû. Lê bi piştgiriyek mezin a di nava rojnamegeran de roja piştî wê me rojnameya xwe bi 4 rûpelan derxist."

Aykol, destnîşan kir ku di demên dawî de TV, rojname, ajans û radyo tên girtin, dest datînin ser amûrên wan ev jî şêweyekî bombekirinek nû ye û wiha pêde çû: "Wê demê hemû amûrên me yên rojnameyê bi bombekirinê tune dikirin, niha jî ji destê me digirin. Berê ne digotin 'me bombe kiriye2 lê niha bi dibêjin 'em bi KHK'ê digirin û dest danîn ser amûrên we' dibejin 'yên ku diziyê dikin emin'. Piştî Ozgur Ulke hat bombekirin aliyên muxalif piştgiriyek mezin dan me. Buroyên rojnamegerên muxalif ji xebatkarên Ozgur Ulkeyê re heta dawiyê deriyên xwe vekirin. Rojnameger û nivîskarên wê serdemêd yên herî navdar bi heman ruhê kampanyaya "Nobeta Gerînendetiya Weşana Giştî" derketin kolanan û Ozgur Ulke firotin. Vê serdemê herî zêde pêwîstiya me bi piştgiriyê heye. Piştgirî çiqas mezin bibe dê îktîdar ewqas zu hilweşe."