'Herêmên qedexe' zorê li jiyana gundiyan dike

COLEMÊRG - Welatiyên li Colemêrgê debara xwe bi sewalkarî û çotkariyê dikin, ji ber qedexeyên herêmên taybet zahmetiyan dijîn. Gundiyên ku çiya û zozan li wan hatin xedexekirin diyar kirin ku di bin zor û zahmetiyên gelek mezin de diçin ji çiya û zozanan giha kom dikin û bi tirsa mirinê dijîn. Gundiyan xwestin ku qedexeyên li herêmên wan hatine îlankirin bên rakirin.

Li Colemêrgê gelek gund û çoltarên gundên wê hatin qedexekirin. Ji ber qedexeya herêmên taybet welatiyên ku debara xwe bi sewalkarî û çotkariyê dikin zor û zahmetiyên mezin dijîn. Ji ber qedexeyên herêmên taybet welatî nikarin debara xwe bikin. Gelek welatiyên debara xwe bi sewalkariyê dikin nikarin biçin sewalên xwe biçêrînn û nikain biçin gihê kom bikin. Welatiyên diçin sewalên xwe diçêrînin û giha kom dikin bi fikar û tirs diçin derve. Welatiyên gundê Dêzê, Kêrîser, di mehên Nîsan û Gulanê de diçin kontarê çiyayên Zagrosan gihayê Siyabo, Alo, Kereng, Mendê, Lûş, Hegedan, kîvarg, Karî û Rêwas kom dikin û li bajar difiroşin. Welatiyên ku debara xwe bi giha kom dikin ji ber qedexeyan nikarin giha biçin kom bikin û nikarin debara xwe bikin.

TALÛKEYAN NASNAKIN

Gundiyên ku diçin giha û pinçar kom dikin bi rojhilata rojê berê xwe didin kontarên çiyê û di peyarê, xaçirêk û pirên dar û dîrokî re diçin pirçar kom dikin. Welatiyên di ser çem re derbas dibin, tevî talûkeya çem û talûkeyên operasyonên leşkerî dîsa tirs u talûkeyan nas nakin û diçin giha kom dikin. Welatî di saetên serê sibê de tûrên xwe didin pişta xwe û pêşmalên xwe didin ber xwe, arode, bifir û kerkolê xwe bi xwe re dibin û diçin pinçar kom dikin. Welatiyên heta êvaran pinçar kom dikin tûr û şalikên xwe tije pinçar û giha dikin û vedigerin malê.

Welatî Sitî Akdogan, diyar kir ku ew ji ber debarê evqas zehmetiyê dikişînin û wiha bedrewam kir: "Ji bo em debara malbatên xwe bikin û ji bo penerên ku çêdikin ji çiya pincarê kom dikin. Lê her tim dema ku em tên helûkopter li ser serê me ne yan jî heron digerin. Em ditirsin ku li me bidin. Jiyana me ya li van gundan di vî demsalê de li ser van gihayan e." Akdogan got ku ew gihayêkî kom dikin hinekî ji bo zivistanê vedişêrin hinekî jî li navenda bajar difiroşin û bi vî rengê debara malbatên xwe dikin.

Kadrî Gunduz jî anî ziman ku serê sibehê li tevahiya herêmê digerin û gihayên bi navê kermex û helîz kom dikin li herêmên ku ev giha şîn dibin kîvark jî pir in û kom dikin, beriya ku vegerin hinekî paqj dikin û wiha berdewam kir: "Serê sibehê em zû derketin rê. Li herêmê gelek gihayên tên xwarin hene. Bi taybetî jî kesên li bajaran dijîn gelek hez ji giha ditin û kîvarkên kîloya wî 20-25 TL ye kom dikin. Niha jî beriya vegerin ji bo baş paqij bikin em hemû tên cem hev. Li vir hinekî ji bo xwarinê dipijînin. Li vir di esasê xwe de ewlehiya canê me tuneye. Em dixwazin ev çiya azad bin û qedexe bên rakirin. Zaroktiya me li vir derbas bû. Li van zozan û gundikan ji bo em debara xwe bikin giha pir in. Lê ji ber qedexeyê em nikarin sûdê ji çiyayên xwe yên xweşik û bi bereket bigirin."