AMED - Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkîldarî pêvajoya daraz û dozên hatine vekirin diyar kirin ku 29 dozên ku der barê muwekîlê wan de hatiye vekirin hemû jî xebatên qanûnçêkirinê ye.
Parêzerên Hevserokê Giştê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş têkîldarî dozên ku der barê Demîrtaş de hatine vekirin û pêvajoya darizandinê axivîn. Di civîna çapemeniyê ya li Dies Otelê hat lidarxistin de Mehmet Emîn Aktaş, Mahsunî Kahraman, Aygul Demîrtaş, Mesut Beştaş, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen gelek endamên baroyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê re parêzer Mahsunî Karaman daxuyanî xwend û wiha got:
"Wekî ku hûn jî dizanin muwekîlê me Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Birêz Selahattîn Demîrtaş di 04'ê Mijdara 2016'an de bi şev saet di 01.00'an de li mala xwe ya Amedê hate binçavkirin û heman rojê ji aliyê dadgeha Cezaya Sulhê ve hate binçavkirin.
Birêz Demîrtaş ji ber fezlekeyên ku ji 20'ê gulana 2016'an ahtine amedekirin tê darizandin, wê demê hê parlamenter bû destnedayîna wî ya parlamenteriyê heye. Li gorî nîzama qanûna bingehîn ligel ku hê destnedayîna wî ya parlamenteriyê heye jî ji ber sûcên tu tê îdiakirin kiriye tê darizandin û girtî ye. Ligel ku îro jî parlamenter e û destnedayîna wî heye jî ji ber "sûcên" ku tê îdiakirin berê kiriye tê darizandin.
ÎRADEYA GEL JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN
Mudaxaleya li dijî xebatên parlamenterê hatiye hilbijartin tenê mudaxaleyî mafê wî yê bijartinê na di heman demê de li dijî îridaye gel a ku aşkera kirine jî mudaxale ye. Ev mudaxaleyên ku li hemberî xebatên qanûnçêkirinê asteng e, îradeya gel a temsiliyeta siyasî ji holê rakriye û nehiştiye ku îradeya gel di parlamentoyê de xwe nîşan bide.
HEMÛ FEZLEKE AYDÎ DEMA BERIYA DESTNEDAYÎN BÊ RAKIRIN E
Der barê Demîrtaş de ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng, axaftinên di civînan de, axaftinên ku ji ber dawetkirina sazî û dezgehen hatiye kirin, gotinên ku dema xebatên meclîsê hatine kirin, axaftinên di Koma Meclîsê de hatine kirin 96 fezeleke hatine amadekirin. Ji wan fezlekeyan 48 di navbera 2007-2014'de ne ji ber xebatên siyasî yên hatine kirin hatine amadekirin 48 jî2015 û piştî 20'ê gulana 2016'an di nava salek û nîv de hatine amadekirin. 46 fezleke piştî ku serokomar di 28'ê tîrmeha 2015'an de feraman "bila destnedayînên wan bê rakirin" di nava 10 mehan de hatine amadekirin, 15 fezleke dema ku paketa guhertina qanûna bingehîn di meclîsê de dihat nîqaşkirin hatine amadekirin, fezlekeyek jî dema ku pateka guhertina qanûna bingehîn li meclîsê dihat nîşankirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve ahte amadekirin heman rojê Wezareta Dadê bi lez û bez girtiye çarçoveya guhertina qanûna bingehîn.
DOZGERÊN FEZLEKE AMADE KIRIN JI 'FETO'YÊ GIRTÎ NE
Ji 96 fezlekeyan 29 fezleke, li bajar û navçeyên cuda veguhireye 29 dozah, têkîldarî 35 fezlekeyan biryara taloqkirinê hatiye dayîn. Fezlekeyek jî hê tê lêkolînkirin û veneguhireye dozê
Qasî ku me tespît kiriye 10 dozgerên ku fezleke amade kirine ji ber endamtiya "FETO'yê" ji Pîşeya xwe hatine îxrackirin û hatine girtin.
Der barê birêz Demîrtaş de jibilî dosyaya ku girtî ye li Amed, Mêrdîn, Erdîş, Sêrt, Bazîd, Enqere, Mêrsîn, Stenbol, Bakirkoy, Sîlopî, Kayserî, Şirnex, Wêranşarê li Dadgehên Cezaya Asliyeyê, li Mîdyad, Edene, Xarpêt û Bakirkoyê li Dadgehên Cezaya Giran bi temamî 29 doz hatine vekirin.
Ji ber 23 dosyayên mane nihek bi hev ve hatine girêdan hêjî 19 doz didomin. Hemû hincetên wekî sûc hatine nîşandan daxuyanî û axaftinên Demîrtaşin.
JI BO DOZ 7 MEHE JÊ TÊ DARIZANDIN ROJ NE HAT DAYÎN
Hemû dosyayên lêpirsînê yên ji ber 31 fezlekeyên ji aliyê Serdozgerên Komarê yên cuda ve hatine amadekirin, Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hemû kirine yek, kiriye yek dosya û derbarê mûwekîl de doz vekiriye. Dozên birêz Demîrtaş jê girtiye bûn yek dosya, destpêkê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û piştre bi hinceta ewlehiyê sewqî Enqereyê hat kirin. Dosya hêjî li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, bi 2017/47 qetkiriye, ligel li ser girtina mûwekîl re 7 meh û li ser îdîanameya hatiye qebûlkirin re 120 roj derbas bûne jî hêjî roja dîtina dozê ne dane.
Di îdîanameya ji 31 fezlekeyan hatiye amadekirin ya li gorî madeya TCK 314/1 û 96 fezlekeyên bi hinceya (Rêveberiya rêxistinê) hatine amadekirin de tu sûcek tune ye. Ev sûcdarî piştî guhertinên Qanûna bingehîn ketine meriyetê hatine gotin. Bi kurtasî ev doz hêjî mûwekîl xwedî destnedayînê bû û berê bê rakirin ji aliyê dozger ve hatiye vekirin. Li gorî madeya 7/2 a qanûna hejmar 3713 15 caran (ji propagandaya rêxistinê), madeya 28/1 a qanûna hejmar 2911 3 karan, madeya 32/1 a qanûna hejmar 2911 carekê (ji ber muxalefetiya li dijî qedexeya çalakî û meşê), madeya 216/1 2 caran (gel tehrîkî tol û kînê kiriye) 2 caran, madeya 214/1 carekê, madeya 34/1-2 a qanûna hejmar 2911 (Tehrîkî sûckirinê kirin ji ber bûyerên 6-8’ê Cotmehê) bê cezakirin.
SÛCDARÎ PEYWIRÊN WÎ YÊN PARLAMENTERIYÊ NE
Rêveberiya rêxistinê ya Birêz Demîrtaş bi hevdîtinên wî yên di telefonê de, derketina wî ya derveyî welat, hevdîtinên bi navîskar, rewşenbîr û aliyên demokratîk hatine kirin ve hatiye girêdan. Hemû axaftinên Demîrtaş ên dîrok û salên cuda kirine, wekî propagandaya rêxistinê kiriye, gel tehrîkî tol û kînê kiriye, ligel ne endame jî li ser navê rêxistinê sûckiriye û pesnê sûc û sûcdar kiriye hatine hesibandin. Dozgerên ji 31 fezlekeyên dosyaya bingehîn 8 fezleke amade kiribûn hatine îxrackirin û girtin.
AYM’Ê HÊJÎ BIRYAR NEDAYE
Derbarê Demîrtaş de yek beriya destnedayîn bê rakirin û ya din jî piştî hat girtin serlêdan li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatibûkirin û hêjî serlêdan tên lêkolînkirin. Li aliyê din piştî girtinê jî li Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdanê takekesî hatin kirin, lê mixabin ji bo serlêdanên me yên li Dadgeha Qanûna Bingehîn hêjî biryarek ne hatiye dayîn.
Bi van rastiyan hemûyan re; Em carekdin bi riya we dibêjin divê Mûwekîlê me û Hevserokê Giştî yê HDP’ê birêz Selahattîn Demîrtaş bê berdan, şert û mercê xwe parastinê radest bikin. Sipasiya we dikin.”
Civîna çapemeniyê bi pirsên rojnamegeran bi dawî bû.