ŞIRNAK - Zivistan hat, lê bi hezaran welatiyên Şirnexê bê cih û bê war in. Rayedarên Dewletê bi armanca welatî ji cih û warên xwe koçber bibin bi hezaran xanî xera kirin, lê dîsa welatiyên ku xaniyên wan û taxên hat hatin xerakirin, li gel jiyana di konên naylon û çadirî de dîsa qayilîn zivistanê li warê xwe derbas bikin. Gelek welatî ku niha rastî îşkenceya şertên zivistanê tên, berê jî rastî îşkenceya fîzîkî hatin. Yek ji welatiyên şirnexê ku rastî îşkenceya fîzîkî hat û ji ber îşkenceyê bijankên wî weşiyan Îbrahîm Gerez ê 62 salî ye.
Bi sedan welatiyên Şirnexê rastî hemû cureyên îşkenceyê hatin. Berê xaniyên wan hatin xerakirin. Gundê wan hatin şewitandin. Hin ji wan berê xwe dan Mexmûrê. Hin ji wan berê xwe dan Edene û Mêrsînê. Hin ji wan koçî Wan û Stenbolê kirin. Welatiyên Mexmûrê ji ber jiyana koçer û bê wariyê; bi salan rastî îşkenceya şertên xwezaya dijwar hatin. Welatiyên koçî metrepolên Tirkiye bûn jî bi salan rastî îşkenceya ziman, nasname, çand û aborhiyê hatin. Gelek caran li metrepolan jî rastî îşkenceya binçavkirin û girtinê hatin. Welatiyên Şirnexê ku hemû êşên koçberiyê dîtin bi biryarin vê carê cih û warê xwe terk nekin. Herî dawî 8 meh berê li dijî gelê Şirnexê şerekî dijwar hat destpêkirin. Bi tang û topan welatî ji mal û taxên wan derxistin û 7 taxên Şirnexê bi tevahî rûşandin. Dîwar li ser dîwar, kevir li ser kevir nehiştin. Bi hezaran xanî rûxandin û bi dozeran dem û dûz kirin. Welatiyên Şirnexê ku 8 mehan di bin çadir û naylonan de li gun û gundikên herêma Çiyayê Cûdî û Gabarê bi cih bûn, piştî qedexe rabû dîsa vegeriyan warê xwe. Her çendî hatin û şopa xanî û taxên xwe jî nedîtin, lê dîsa Şirnex terk nekirin û ketin nava lêgerîna ku çawa zivistana xwe li Şirnexê derbas bikin. Yek welatiyên bi salan rastî hemû cureyên îşkenceyê hatin û niha bê cih û war di nava berxwedanê de ye Îbrahîm Gerez ê 62 salî ye. Gerez ku rastî gelek cureyên îşkenceyê hat serpêhatiyên xwe bi gotina "Min gelek îşkence xwar. Ji ber êşkenceyê çavên min nabînin û bijankên min weşiyan. Niha jî warê me xera kirin û em bê war û star man. Çareseriya li dijî zilmê berxwedan û yekîtî ye." vedibêje. Piştî vegera Şirnexê ji malbata Gerez dema Nîhat ê 2 salî, Ozgur ê 4 salî û Evîn ê 7 salî di 4'ê cotmehê de li taxa Gundogduyê di nav molozan de dilîstin ji ber teqîna pêk hat jiyana xwe ji dest dabûn. Ji heman malbatê Ozlem a 10 salî û Ademê 7 salî jî birîndar bûbûn.
'MIN JI DESTÊ POLÎS Û LEŞKERAN GELEK ÎŞKENCE DÎT'
Îbrahîm Gerez ê 62 salî ku em bi germahiyekê pêşwazî kirin, serpêhatiyên xwe yên dawî lê nayên yek bi yek vegot. Gerez ku 2 kurê girtî ne, gelek êş, jan û zahmetî jiya ye. Heta niha rastî gelek îşkenceya polîs û lekeran hatiye. Îbrahîmê ku dema serpêhatiyê xwe vedibêje, hin caran hêrs dibe û hin caran hestiyar dibe û rondik ji çavê wî dibarin. Mirov şopa îşkenceyê ji bişankên weşiyayî di ruyê Îbrahîm de jî dîbine ku rastî gelek îşkenceya dijwar hatiye.
3 NEVIYÊN WÎ BI TEQEMENIYÊN LEŞKERAN HATIN KUŞTIN
Kalê Îbrahîm ku 2 meh berê 3 neviyên xwe bi teqemeniya leşkeran winda kir bi êşa windakirina neviyên xwe wiha behsa serpêhatiyên xwe dike: "Wek min got du kurê min di girtigehê de ye. Kurê min her du jî zûde di girtigehan de ne. Yek jê ji ber ku karê siyasî meşandi ye girtî ye. Yek jê jî tevlî refên gerîla bû û dîl tê girtin. Ji ber vê yekê min pir îşkence xwar. Ji ber ku kurê min gerîla bû her roj dihatin mala me îşkence bi min dikirin. Çavê min her du jî pir kêm dibîne. Êdî mijankênmin nema derdikevin. Hêstirên çavên min zuha bû ji ber îşkenceyê. 7-8 sal berê polîsan ez birim cihakî û bi rojan îşkence bi min kirin. Pir îşkence bi min kirin pir. Min sê neviyên xwe ji ber muhîmmata dewletê wenda kir. Bajarên me hemû rast kirin."
'DIVÊ GELÊ KURD HEMÛ BIBIN YEK'
Kalê Îbrahîm, destnîşan dike ku çareseriya li dijî îşkence, zilm û înkara kurdan tifaq û yekîtîya kurdan e û wiha dibêje: "Xelasiya kurda di tifaqiyê de derbas dibe. Şirnexa me hemû hilweşandin. Heta em kurd nebin yek dê her tim van wahşeta werin serê me. Ev bi salane ku em gelê Botanê di bin îşkenceyêde ne. Gelê Botanê wêrek in. Berxwedêrin. Lê dibêjin hemû Kurdîstan bibin yek û piştgiriyê bidin Botanê. Botan tu carî serê li ber wan natewîne. Em êdî hîn bûnin. Tu êş nikarê çonga me li ber wan bitewîne."