ENQERE - Wekî Berdevkê CHP'ê yê nû Parlamenterê Aydinê Bulent Tezcan hat hilbijartin. Tê payîn Tezcan saet di 15.00’an de daxuyaniyekê bide.
Piştî Berdevka CHP’ê Selîn Sayek Boke ji peywira xwe îstîfa kir wekî berdevkê nû yê CHP’ê hat hilbijartin. Di civîna MYK’ê ya di bin serokatiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kom û berdewam dike de berdevkê nû yê CHP’ê hat hilbijartin. Wekî Berdevkê Partiya CHP’ê yê nû Parlamenterê Aydinê Bulent Tezcan hat hilbijartin.
Bulent Tezcan di demên dawî de yek ji navê derdiket pêş bû û demeke wekî endamê MYK’ê yê CHP’ê xebatên xwe dimeşand. Piştî îstîfaya Boke wekî Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê Aboriyê hatibû peywirdarkirin. Li aliyê din tê payîn ku Tezcan saet di 15.00’an de daxuyaniyekê bide.
BULENT TEZCAN KÎ YE?
Di 18’ê Gulana 1965’an de li Havzaya Semsûrê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Havzayê xwend. Di dema xwendekariya xwe de bi polîtîkayê re mijûl bû. Di sala 1984’an de Dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê kir. Di nava tevgera ciwan û komeleyên ciwanan de têkoşîna xwe domand. Di 1989’an ji fakulteyê mezun bû û li Baroya Enqereyê dest bi stajeriya parêzertiyê kir. Piştî stajeriya xwe bi dawî kir li Kuşadasiyê dest bi parêzeriya serbest kir. Tezcan di hilbijartinên 12’ê Hezîrana 2011’an de wekî parlamentere CHP’ê yê Aydinê hat hilbijartin. Ji sala 2012’yan heta niha di CHP’ê de peywira Alîkarê Serokê Giştî yê ji Karên Hilbijartin û Hiqûqê Berpirsyar dide meşandin.