Li Agiriyê keyayên gundên 'Na' derket ji kar hatin durxistin

AGIRÎ- Li gundên Xewê û Qoranê yên navçeya Dutaxê di referandumê de ji ber ku dengê "Na" derket keyayên herdu gundan jî ji peywir hatin durxistin.

Li gundên Xewê û Qoranê yên navçeya Dutaxê ya Agiriyê di referanduma 16'ê Nîsanê de ji ber ku dengên "Na" derket keyayên herdu gundan jî ji peywir hatin girtin. Keyayê gundê Xewe Servet Demîrel û keyay gundê Qoranê Cemîl Durak ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hatin durxistin.

Li aliyê din beriya referandumê mafê piştrgiriya çandiniyê ya 17 gundên Dutaxê jî ji aliyê Qameqam Erkan Îsa ve beramberî "Erê" hatibû blokekirin.