ENQERE - Parlementerên CHP'î Orhan Saribal û Ali Şeker ji bo balê bikşînin ser rewşa Nuriye Gulmen û Semiha Ozakça yên ku 63 roj in di greva birçîbûnê de ne, li Meclîsê ketin greva birçîbûnê.
Parlementerê CHP'ê yê Bûrsayê Orhan Saribal û Parlementerê Stenbolê Ali Şeker, ji bo balê bikşînin ser akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin û 63 roj in di greva birçîbûnê de ne, daxuyandin ku ew ê jî têkevin greva birçîbûnê.
Saribal û Şeker, daxuyandin ku piştî serdana Nuriye Gulmen û Semih Ozakça kiriye, wan ev briyar daye. Hat ragihandin ku dê greva wan a birçîbûnê sibê dîsa li kulîsa Meclîsê bidome.