AMED - Di doza der barê sempatîzanên HUDA-PAR'ê yên di çalakiyên Kobanê de mirin hat vekirin de, li her bersûcekî 5 caran cezayê muebeta giran hat birîn. Malbatên bersûcan bertek nîşanî vê biryarê dan. Parêzerê malbatan Mehmet Emin Çopan jî, dest nîşan kir ku di bûyeran de 50 kes mirine, lê huqûq tenê ji bo kesekî û bi awayekî şaş hatiye meşandin.
Li Amedê di navbera 6-7-8'ên Cotmeha 2014'an de çalakiyên Kobaniyê çêbûn. Di pevçûnên di van çalakiyan qewmîn de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di van pevçûnana de Yasin Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokyuz ên HUDA-PAR'î jî mirin û Yusuf Er ê HUDA-PAR'î jî birîndar bûbû. Di doza ku der barê Boru, Dakak, Guneş, Gokyuz û Er hat vekirin de, ji 41 bersûcan li 16'an jê 5 caran cezayê muebeta giran hat birîn. Di çalakiyên ku li çar aliyên Tirkiye û herêmê belav bûbûn de 46 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi lêkolîn û delîlan jî derket holê ku tu têkiliya her 16 bersûcên ku 3 sal in girtîne bi bûyerê re tune ye. Lê li gel van lêkolîn û delîlan jî, cezayê giran li wan hat birîn. Malbatên bersûcan bertek nîşanî vê biryarê dan.
Dayika Alî Karakurt ê ku 5 caran cezayê muebeta giran lê hat birîn, Sakine Karakurt, anî ziman ku, kurê wê li bazarê masiya difirot û debara malê dikir, tu eleqeya wî bi bûyerê re tune ye û wiha axivî: "Heta roja ku bûyer qewimiye bi sinyalên telefonê tespîta cihê wî hatiye pesendkirin." Karakurt, anî ziman ku roja bûyerê kurê wê ji bo masiyan bikire çûye semta Ofîsê û wiha axivî: "Di dosyayê de tu delîlên ku wî sûcdar bikin tune ye û belaheq û belasebeb li girtîgehê tê ragirtin. Karakurt, da zanîn ku li ser kurê wê îfadeyên du şahidên nepen hene û wiha lê zêde kir: "Darizandina derhuqûqî bi vê rêbazê hatiye kirin.
‘KURÊ MIN BÊSÛC E'
Karakurt, anî ziman ku kurê wê nexweşê atiyê ye, ji ber vê nexweşîna xwe 8 salan hatiye tedawîkirin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Heke edalet hebûna dê cihê xwe bidîtana. Zarokên me ji vir jî sirgûn kirin. Ji ber rewşa me ya aborî tune ye, em nikarin wan bibînin jî. Ev tişt di kîJan olê de heye. Bi rastî jî heke kurê min kiribûna, min ê jî cezakirina wî bixwestana. Lê hemû delîl jî nîşan didin ku, kurê bê bêsûc e. Dadwer û dozgerên li wir jî bi vê dizanin."
‘BILA EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE'
Dayika Alî Gulerê girtî, Servet Guler jî anî ziman ku, kurê wê esnaf e û her kes wî nas dike. Guler, van tawanbariyên derhuqûqî wek zilmê nirxand û wiha got: "Roja bûyerê kurê min ji malê derneketiye û ji bo firotinê gore dikirin pakêt. Kurê min ne sucdar e. Ji bo edalet cihê xwe bibîne, divê kurê min bê berdan."
‘JI BO ÇI DEWLET ŞAHIDÊN ME QEBÛL NAKE?'
Guler, anî ziman ku kurê wê Ali debara malê dikir û wiha got: "4 zarokên wê yên berasteng hene û di warê madî de pêdiviya wê bi kurê wê heye. Guler, dest nîşan kir ku bi vê girtinê jiyana kurê wê hatiye tarûmarkirin û wiha got: "Dadgeh bi xwe jî nikare sûcdariya kurê min pesend bike. 2 şahidên me hene. Dewlet şahidan jî qebûl nake. Ji bo çi yên Yasin Boru qebûl dike, lê yê me qebûl nake? Ev bêedaletî ye. Dixwazim kurê min bê berdan."
‘BILA KESÊN KU 50 KES KUŞTIN JÎ BÊN CEZAKIRIN'
Bavê Remzi Ozşan ê girtî, Lutfu Ozşan jî anî ziman ku, kurê wî li malê kevok xwedî dikirin, wê rojê qet derneketiye derve û wiha got: "Di bûyerên Kobanê de nêzî 50 mirov hatine kuştin. Lê kiryarên wan yek jê jî nehatiye cezakirin. Heke bi rastî jî heq û edalet hebe, divê kesên nêzî 50 mirov kuştin jî bên cezakirin. Ya ku hatiye kirin neheqî ye, derhuqûqîtî ye. Ma belaheq û belasebeb mirov cezayê muebetê li hin kesan bibire edalet e? Heke kurê min tiştekî wisa kiribûna dê bi rihetî nehatana malê û rûneniştana. Hem tu yê biçî kesekî bikujî û hem jî bêyî bi rihetî li malê rûnêyî. Heke mirov di vê hêlê de jî lê binihêre, kurê min bêsûc e. Çawa ku dewlet li mafê Yasin Boru digere, divê bi heman awayî li yên her kesî jî bigere."
‘MA EV EDALET E?'
Dayik Ozşan jî, anî ziman ku dema kurê wê nû hatiye binçavkirin, wî birine odeyeke yekkesî û îşkence lê kirine û wiha bertek nîşan da: "Gelek wêne nîşanî kurê min dane. Jê re gotine 'Tu yê navê van kesan bidî û tu yê bêjî têkiliya wan bi bûyerê re heye.' Kurê min qebûl nekiriye. Gotiye 'Ne eleqeya min bi bûyerê re heye û ne jî van kesan nas dikim.' Polîsan jê re gotiye 'Ya tu yê van tiştan qebûl bikî an jî em ê te bikujin.' Lê ji ber ku kurê min ew tişt qebûl nekirin hat girtin. Ma ev edalet e?"
'50 KES MIRIN, LÊ HUQÛQ JI BO KESEKÎ TENÊ XEBITÎ'
Ji parêzerên bersûcan Mehmet Emin Çoban jî, bi bîr xist ku di çalakiyên Kobaniyê de zêdeyî 50 kes mirine, lê tenê li ser doza Yasin Boru hatiye sekinandin û wiha got: "Li gel vê jî kiryarên rasteqîn nehatine dîtin. Dosyeyeke ku ji hin kesên diyar pêk tên berpêşî raya giştî hatiye kirin. Her çi qas gelek kes ne li cihê bûyerê bûne jî, hatine girtin. Ji destpêkê heta encamê di tevahiya dosyeyê de nelirêtî hene. Teşhîsên ku hatine kirin, bi temamî bereksê huqûqa darazê ne."
‘DOSYA LI SER ÎDIAYÊN VALA HAT SÊWIRANDIN'
Çoban, wiha behsa çelexwarîtiyên ku ew di merheleya darizandinê de bûne şahidên wan kir: "Li cihê bûyerê kamera û delîl nehatin berhevkirin. Derket holê ku gelek kes jê ji xwe ne li cihê bûyerê bûne jî. Yanî dosye bi temamî ji şahidên nepen pêk tê. Tiştekî wisa ye ku, şahidên nepen polîsên ku dadgehê ew danîn jî teşhîs kirin. Dosye li ser îdiayên gelekî vala hatiye amadekirin. Zaf diyar û zelal e ku ji bo derdorekê rihet bikin hatiye amadekirin. Sêwirandineke ku bi destê daraz û hikûmetê hatiye çêkirin heye, ev sêwirandin di meha Nîsanê de perdeya dawîn pesend kir û ceza da. Yanî daraz tim bi awayekî alîgirî tevgeriya. 50 kes mirine, lê belê tenê ji bo 5-6 kesan dosye hatiye vekirin. Me li dadgeha îstinafê îtiraza vî cezayî kir. Yanî heta Dadgeha Bilind dê ev kesên ku belaheq û bêhuqûq hatine girtin, bi qasî 5-6 salan bimînin. Heke çewisandinên erka siyasî yên li ser erka darazê neqedin, zehmet e ku mirov di vê dosyeyê de li benda biryareke huqûqî be."