ÎZMÎR - Di îdianameya der barê 17 xwendekarên ku bicihkirina turnîkeyên li têketina zanîngehê protesto kirin hat amadekirin de, der barê xwendekaran de cezayê girtîgehê hat xwestin. Der barê Mudurê Şaxa Ewlehiyê ya Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê Yusuf Uysal ê di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de hat girtin jî biryara neşopandinê hat dayîn.
Li têketina Zanîngeha Egeyê tûrnîke hatibûn bicihkirin. Bi van tûrnîkeyan têketina zanîngehê şibiya têketina girtîgehekê û xwendekaran bicihkirina van turnîkayan protesto kiribûn. Bi îdiaya "Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn, Xwepêşandan û Meşan" û "Zirardayîna malê cemaweriyê" der barê 17 xwendekarên ku turnîke protesto kirin îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê ku ji aliyê Dozgerê Komarê Emin Ekmekçioglu ve hat amadekirin de, îfadeyên skandalî cih digirin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku, polîsan serê sibehê zû li hundurê kampusê xwendekar şopandine. Hat îdiakirin ku xwendekaran xelatek bi turnîkeyê vekiriye û bi pêlîstoka kamyonî ya bi serê xelatê vekirine hewl dane ku turnîkeyê birûxînin. Dîsa hat îdiakirin ku xwendekaran bi vî awayî sûcê "Zirardayîna malê cemaweriyê" kiriye. Her wiha xwendekaran bi ava deterjanî û potik çalakiya "Em tûrnîkeyan dişon" li dar xistibûn û di îdianameyê de vê çalakiya wan wek "Zirardayîna malê cemaweriyê" hat hesibandin.
DOZGER JI BO DÎMENÊN ŞIDETÊ XWE LI NEDÎTIYÊ DANÎ
Di dema protestoyê de polîsan mudaxileyî xwendekaran kiribû û di vê mudaxileyê de xwendekar hatibûn derbkirin û ev derbkirin di dîmenan de jî xwe dabûn der. Lê dozger li gel dîmenan jî, ji bo derbkirina xwendekarn xwe li nedîtiyê danî û der pêş kir ku, xwendekaran mudaxileyî polîsan kiriye. Dîsa roja bûyerê di dîmenan de derketibû holê ku, polîsan xwendekaran dirêjî erdê kiribû, ji paş ve destê wan kelepçe kiribûn, pêl wan kiribûn û heqaret li wan kiribûn. Dozger ji bo van pêkanînan jî xwe li nedîtiyê danî.
DOZGER JI BO ENDAMÊ 'CEMAETÊ' BIRYARA NEŞOPANDINA DA
Roja bûyerê Mudurê Şaxa Ewlehiyê ya Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê Yusuf Uysal jî li wir bû û xwendekar derb kiribûn. Dozger der barê Uysal ê ku piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de hat girtin de jî biryara neşopandinê da.