AMED - Hinceta 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê ku ji ber beşdarbûyîna fealiyetên partiya siyasî li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek hat birîn, hat aşkerekirin.
Birayra pêwîstekî ya 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê ji ber beşdarbûyîna fealiyetên partiya siyasî, meş û daxuyaniyên çapemeniyî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek hatibû birîn, hat daxuyandin. Di birayara ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat nivîsandin û ji 102 rûpelan pêk tê de, hat bibîrxistin ku Yuksek Hevserokê Giştî yê DBP'ê ye. Di biryarê de hat parastin ku, bangawaziyên rêveberên PKK û KCK'ê yên "propagandaya rêxistinê" di xwe de dihebînin û bangawaziyên Yuksek ên bi riya çapemeniyê kirine "rasterast dişibin hev". Di heman biryarê de hat derpêşkirin ku Yuksek di axaftinên xwe de xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên PKK'ê derketiye û wan pesinandiye. Her wiha hat îdiakirin ku Yuksek, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek serokê Dewleta Kurdistanê ya ku wê li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê bê avakirin dîtiye.
Di biryarê de hat derpêşkirin ku, bi daxuyaniyên xwe yên divê rêveberiyên navçe û bajaran û şaredarî bi awayekî aktîftir bi pirsgirêkên gel re eleqedar bibin û pirsgirêkên wan çareser bikin û bi vê re bangawaziyên "berxwedan" û "xweseriyê" kirine. Hat parastin ku, daxwaza "Xweseriya Demokratîk" a ku Yuksek îşaret pê kiriye, ji daxwazên polîtîk ên der barê pêşvebirina mafên demokratîk tenê pêk nayê, xwediyên vê daxwazê ne welatiyên herêmê an jî partiyên siyasî yên ku li herêmê siyasetê dikin e, xwediyê vê daxwazê rasterast PKK û KCK ye. Her wiha ji bo "Xweseriya Demokratîk" a ku di tuzuka DBP'ê de cih digire jî, hat îdiakirin ku ev daxwaz stûna sereke ya stratejiya avakirina Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî ye. Di biryarê de hat derpêşkirin ku, Yuksek bi îdiayên "bêbinî" ji bo leşker û polîsên ku li herêmên xwerêveberiyê tevlî operasyonan bûne gotiye, leşker û polîs sivîlan qetil dikin, xwedî li endamên rêxistinê yên ku di dema operasyonan de jiyana xwe ji dest dane û hatine zevtkirin derketiye, bi riya çapemeniyê bang li gel kiriye ku li hemberî hêzên ewlehiyê serîrrakin û her wiha banga serîhildaneke sivîl kiriye.
Di biryarê de hat parastin ku Yuksek, li gor fermanên rêxistinê tevgeriyaye û vana jî di bin navê fealiyetên siyasî de kiriye.
Di biryarê wiha hat gotin: "Ji ber vê yekê, çalakiyên bersûc bi awayekî yekpare nîşan didin ku, bersûc endamê rêxistina terorî ye û li ser esasên biryara mînakî ya Dadgeha Bilind, bi endamtiya rêxistinê biryara cezakirina wî hatiye dayîn."
Dê parêzerên Yuksek, li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê (Dadgeha Îstinafê) îtiraza vê biryarê bikin.