Polîsan di serdegirtina DBP'a Wanê de Hevserokê DBP'ê binçav kir

WAN - Polisan bi ser avahiya DBP'e ya Wanê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiya DBP'ê ya Wanê de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun binçav kir.


Polisan di saetê serê sibê de bi ser avahiya DBP'ê ya Wanê ya li Rêya Armûşê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiya DBP'ê de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun û rêveberê DBP'ê yê Wanê Necmi Varhan binçav kirin. Polîsan piştî lêgerîna avahiyê Aygun û Varhan binçav kirin û birin Midûriyeta Polisan a Wanê.