STENBOL - Peyama ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê ji bo civîna komê şanibû hatibû astengkirin, piştî vê hevpeyvîna ku bi riya nameyê ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şandibû jî ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hate sansurkirin.
Piştî ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê hat girtin û ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneneyê name û peyamên ku dişîne tên sansurkirin, hevpeyvîna Demîrtaş jî hate sansurkirin. Beriya du hefteyan Demîrtaş ji bo civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê peyamek şand lê peyam ji aliyê îdareya girtîgehê ve hat sansurkirin. Vê carê jî hevpeyvîna ku rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi riya nameyê bi DEmîrtaş re kir ji aliyê îdareya girtîgehê ve hat sansurkirin.
Hevpeyvîna Demîrtaş a ku hatiye sansurkirin wiha ye:
* Li emniyetê sûcdarkirinên der barê we de çi bûn? Têkîldarî van sûcdarkirinan peyamekî ku hûn bixwazin bidin raya giştî heye??
Li emniyetê tenê karên girtin û binçavkirinê kirin. Li Emniyetê îfade, lêpirsîn hwd. tunebû. Jixwe binçavkirina me û birina emniyetê jî neqanûnî bû. Dozger dikaribû biryarê bide ku me demildest derxînin dozgeriyê. Ji ber ku destnedayînên me tenê ji bo pêşiya darizandinê bê vekirin hat rakirin. Binçavkirin û girtina me neqanûnî ye.
... HATIYE SANSÛRKIRIN...
* Birêz Demîrtaş, gelo di navbera projeya "Tirkiyeyîbûn" a ku di raya giştî re bû sedema heyacenekî mezin û operasyonên li dijî HDP'ê de têkîliyek heye, hûn çi difikirin?
AKP a ku li hemberî me yanî HDP'ê tasfiyeyê ferz dike komekî li dora berjewendiyên siyasî kom bûye ya "nijadperest, şoven û neteweperest e." Projeya HDP'ê jixwe ji bo gelên Tirkiyeyê yê bindest, perrpektîfa jiyana hevpar...
HATIYE SANSÛRKIRIN...
* Niha hevserokên partiyekî qanûnî û hema ku hemû hevserokên partiyê yên bajar û navçeyan di girtîgehê de ye gelo ev "îflaskirina projeya Tirkiyeyê" nîşan dide an jî gihîştiye merhaleyekî din?
... BERSIV HATIYE SANSÛRKIRIN...
* Navên tevgera siyasî ya kurd ên wekî Vedat Aydin, Mehmet Sîncar hatin qetilkirin, partî hatin girtin dema ku mirov vî dîroka siyasî digidre ber çavan hûn mîsyona HDP'ê çawa pênase dikin?
HDP'ê mîrateya têkoşîna demokratîk a tevgera siyasî ya kurd dewr girt û ew bi hêzên şoreşger û pêşverû yên Tirkiyeyê ve gihand hev di vî warî de amûrekî girîng a siyasî ye. Şertên herêmî û kurewî yên hatine guhertin, taktîk û teknîkên têkoşînê, tarzên têkoşîn û rêxistinbûnê ji nû ve li ber çavan derbas kir û li gorî demê sererast kir û partiyekî nû ye... HATIYE SANSÛRKIRIN... HDP ji bo gelên Rojhilata Navîn ên tên eciqandin ji bo ku jiyanekî alternatîf înşa bike mîsyonekî girîng girtiye li ser xwe.
* Bi tiştên ku di demên dawî de qewî ve hin derûdoran nîqaşa di siyaseta demokratîk de israr tê nîqaşkirin. Gelo ji vî psîkolojiya ku wekî "qutbûna hestewar" jî dikare binavkirin veger heye?
Ez nîqaşa kurd an jî gel-komên din ji siyaseta demokratîk biqetin pir bêwate dibînim. Siyaseta demokratîk jibo çareserkirina pirsgirêkên civakê rêbazek e. Divê em di civakê de polîtîkayê bi nirxên exleqî ve bigihînin hev ji qada ku aydî dewletê derxînin û bikin qada aydî civakê. Divê têgehan em baş li cihê xwe bidin rûniştandin û bi vî rengî nîqaş bikin. Niha piraniya mirovan ji ber ku polîtîkayê qada ku aydî deweltê dibînin û xebatekî bi vî rengî qebûl dikin, bi qutbûna hestewar ve bi qutbûna dewletê wekî ji siyaseta demokrakît qutbûnê tê dtînin. Heke vê bi zanebûn nakin jî nexwazin jî li hemberî pêşketina çanda demokratîk dibin asteng. Di vê mijarê de tişta ku divê bê nîqaşkirin parlamenterîzm e...
... HATIYE SANSÛNKIRIN...
Lê em nikarin bibêjin tekane alternatîfa parlamenterîzmê çek û şîdet e. Dîsa rê û rêbazên demokratîk ve dikare qada siyasetê bê mezinkirin. Wekî di pêvajoya "asayîbûnê" de ji bo civakê tişta esasî siyaseta demokratîk e, amûr û rêbazên şer neasayî ne. Ji bo pêşxistina siyasetê bêçek û bêşîdet û ev kirina çandekî mayînde tişta ku em jê venegerin e. Pêdiviyekî bingehîn e.
... HATIYE SANSÛRKIRIN...
Wekî min gavekî berê jî anî ziman bi hevalên xwe biryarekî hevpar...
... HATIYE SANSÛRKIRIN...
BI SANSUR E..
* Piştî girtina we rayedarên partiyê biryara xebatên meclîsê bidin rawestandin û biçin nava gel stendin. Hûn çawa şirove dikin?
Ev rewş ne vekişandina ji siyaseta demokratîk e. Ev dewlemendiya taktîkê ye. Divê mirov pêş bixe.
…BI SANSUR E...
* Îktîdarê daxuyand ku operasyon ne li dijî rêziknameya partiyê ye. Dixwazin çi bêjin? Li aliyê din navenda partiyê di bin dorpêçê de ye. Ev tê çi wateyê?
…BI SANSUR E.. .
Li şûna wekî berê partiyan bi cureyên çors bigirin, niha dixwazin bi rêbazên veşarî hundirê partiyê vala bikin û tasfiye bikin. Ev rêbaz jî bi qasî rêbaza girtina partiyan dijhiqûqî û ne rewa ye.
…SANSÜRLÜ…
* Bi îhtîmala ku HDP li dervê meclîsê be, dibe ku hilbijartina pêşwext têkeve rojevê?
…BI SANSUR E...
Referandum û hilbijartina pêşwext dê rojeva siyasî ya sereke ya sala 2017’an be. . BI SANSUR E...
* Azadiya îfade û ramanê hatiye sînorkirin. Ji bilî medya hevkarên îktîdarê destûr nade tu medya din weşanê bike. Li dijî HDP'ê operasyon tê lidarxistin. Niha dixwaze CHP”ê jî bike şirêkê xwe û wekî xwe bike. Mirov dikare vê yekê tenê bi armanca "serokdewletiyê" penase bike?
Bê guman hedef ne tenê Serokdewletbûn û îktîdar e. Di serî de geşedanên li Sûrî û Iraqê pêş dikevin, bi rojava roj... BI SANSUR... Geşedanen li Herêma Federal pêş dikevin şerê di navbera oldaran de, şerê mezheban ê olê Îslamê, Piştî Osmaniyan gelê Tirkiye di nava xwe de şerê hilafet û -îttihatê dike. Bandora wê li ser îro dike. Di pêşketinên dirokî de daxwazên kurdan wê demê û niha li ser heman erdnîgariyê hatine rojevê. Li gel van pirsgirêkan, pirsgirêkên mudaxaleya hêzên emperyal û kapitalizmê ku pêş xistine jî heye. Bişaftinên bi pergala moderniteya li ser kes û civakê hatine pêşxistin. Dîsa li dijî nasnameya jinê û xwezayê hemû li ser hev bandorê zêde û aloz dikin. Pirsgirêk ne tenê wekî model “pergala serokdewletiyê ye. Tenê ne niqaşa modelê ye. Ger ku tenê model bûya em wekî HDP'ê ji vê niqaşê re amade bûn. Me dikarîbû wekî HDP'ê piştgirî bida vê modelê. ...BI SANSUR E.. Em di vî milî de rexne û pêşniyarên CHP'ê lawaz dibînin. CHP, her çend li dijî avakirina rejîma AKP'ê derkeve jî dixwaze statukobûna xwe bi parêze. Dibêje “Pêwiste Komara Laik, demokratik bê parastin" Lê Komar ne laîk, ne demokratîk û ne jî .... BI SANSUR E... Em wekî HDP'ê li dijî statukoya AKP’ê bi rezervazyona bîrdozî dixwazin pergalek ku karibe civakê bi rêve bibe ava bikin. Raste AKP, di vî milî de CHP’ê ji bo xwe asteng nabîne. Naxwaze CHP’ê tasfiye bike. Dixwaze wê wekî xwe bike. Dixwaze wê kontrol bike. …BI SANSUR E...
* Bi taybetî birîndarkirina Cîgirê Serokê CHP'ê û gule danîna ber deriyê avahiya wê, êrîşên li dijî teşkîlatên wê yên taxan... dişibin êrîşên berîya 7'ê Hezîranê yên li dijî we. Hûn van pêşketinan çawa şirove dikin?
Armanca van êrîşên li ser CHP’ê ewe ku dixwazin CHP’ê bi zextan têxin bin kontrolê. Naxwazin muxalefetek xurt û bi kok li hemberî AKP’ê ava bikin. Hin caran bi hezkirina CHP’ê û hin caran bi lêdana CHP'ê dixwaze CHP'ê bîne rê û kontrol bike. AKP dixwaze gav bi gav rejîma xwe ava bike.
* Daxuyaniyên Ewropa yên der barê HDP’ê de hûn çawa şirove dikin. Dê bandora xwe çawa li ser rewşa Tirkiye ya andî-demokratîk bike?
Bertekên Ewropa û hêzên navneteweyî her çend zêde ne bi bandor bin jî bi wate ne. …BI SANSUR... Dijberî vê pêvajo û rêveçûnê hem di aliyê rêxistinî û hem jî di milê bîrdozî de ji bilî HDP'ê tu hêzên muxalif yên demokratîk tune ye. Ji ber vê yekê tasfiyekirina HDP’ê ewlehiya Ewropa ji dixe nava talûkeyê. Li Tirkiye pêşketina demokrasî, mafên mirovan û aştiyê ne tenê ji bo me ji bo YE'ê jî erênî û girîng e. Ji ber vê yekê bê guman girîng û bi fêde ye ku YE her dem alîkarî û piştgiriyê bide HDP û projeyên HDP'ê. Ji ber vê yekê hemû hêzên ku piştgirî dane HDP'ê em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Em silav û rêzên xwe ji hemû gelê me mêy Ewropa ku li kolan û qadan piştgirî dan me re dişînin.
* Hûn dixwazin ji gelê Tirkiye re çi bêjin?
Ji bo me ji deqîqyên ewil de.. BI SANSUR.. yên li ser piyan bûn û bertekên xwe nîşan dan em ji hemû gelê xwe re spasiyên xwe dişînin. Em wan pîroz dikin. Ez destê hemû dayikên ku ji bo me dua dikin maç dikim. Ez ji hemûyan re silav û rêzên xwe dişînim.
Ez dema xwe bi xwendin û nivîsandinê derbas dikim
* Hûn dikarin behsa şert û mercên zindanê bikin? Hûn dema xwe çawa dinirxînin?
Li Tirkiye û hemû cîhanê bi bi girtina mirovan cezakirin li dijî ruh, sinc û zagonên xwezayê ye. Li Tirkiye di serî de Girtîgehên Tîpa F û hemû girtiyên din hemû wekî “ezaevi” hatine plankirin. Dixwazin bi van girtîgehan ezîyet û îşkenceyê pêş bixin. Li dijî min li gorî “pîvan” û “nezaket”ê tev geriya ne. Lê quralên wan jî li dijî mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ne. Niha bi hinceta ewlehiyê ez di Tîpa F û bi serê xwe di hucreyê de têm girtin. Lê ger ku ev rewş piştî demekê bidome ez dê wê wekî tecrîdê bi nav bikim û li gorî vê yekê helwestê pêş bixim. Ez piraniya dema xwe bi xwendin û nivîsandinê derbas dikim.