Durmuş: Sedema girtina CRA’yê gihandina rojnamegerên kurd e

ENQERE - Serokê Sendîkaya Rojnamgerên Tirkiyeyê Gokhan Durmuş têkildarî girtina Cemiyeta Rojnamegerên Azad diyar kir ku ji ber Cemiyeta Rojnamegerên Azad rojnamgerên kurd digihîn e dibe hedefa hikûmetê.

Rojnamegerên kurd di pêvajoya şerê li herêmê salekê zêdetir e tê meşandin her tim bi awayekî serkeftî li bajarên ku şer lê heye nûçe şopandin û rastî ji civakê re parvekirin. Cemiyeta Rojnamegerên Azad her sal bi dehan rojnamegeran digihîne û wan tevli xebatên rojnamegeriyê dike. Ji ber ku Cemiyeta Rojnamegerên Azad rojnamgerên kurd digihîne ji aliyê hikûmeta Tirkiye ve hat mohrkirin û xebatên wê hatin rawestandin. Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Gokhan Durmuş têkildarî girtina Cemiyeta Rojnamegerên Azad diyar kir ku ew ê wekî sendîka her tim piştgiriyê bidin Cemiyeta Rojnamegerên Azad û ji bo piştevaniya wan ew her tim amade ne.

‘HIKUMET LI GORÎ XWE HIQÛQÊ DIMEŞÎNE'

Durmuş da zanîn ku armanca girtina CRA'yê gihandina rojnamegerên kurd e û ev tişt anîn ziman: “Hikûmeta AKP’ê OHAL ji bo xwe wekî firsend dît û her roj bi dehan sazî, rojname, ajans û radyoyan digire. Herî dawî çend roj berê avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad mohr kir û girt. Em hemû dizanin Cemiyeta Rojnamegerên Azad nûçehihan û rojnamegerên kurd digihîne. Ji ber ku Cemiyeta Rojnamgerên Azad rojnamegerên kurd digihîne bû hedefa hikûmetê û bi awayekî derhiqûqî hat girtin. Bi rastî ev ne li gorî hiqûqa rasteqîn e. Lê ji ber ku hiqûqa Tirkiyeyê li gorî hikûmetêtenê hatiye avakirin, hikûmet serî ji hemû rê û rêbazên kirêt dide.”

‘ROJNAMEGERÊN BI WÎJDAN DENGÊ HEMÛ GELAN IN'

Durmuş destnîşan kir ku hikûmet bi girtina Cemiyeta Rojamegerê Azad nikare dengê rojnamegeran qut bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hikûmet dixwaze bi her awayî dengê rojnamegerên ku wekî wan nafikirin qut bike. Lê rojnamegerên xwedî wijdan tu caran astengiyan nas nakin û dê her tim dengê xwe zêdetir bilind bikin, rastiyan ji civakê û raya giştî re parvebikin. Ji ber ku rojnamegerên xwedî wijdan dengê hemû gelan in, ez bawerim ku gel jî dê piştgiriyê bide Cemiyeta Rojnamegerên Azad û rojnamgerên kurd.”

‘ROJNAMEGER TU CARAN QEDEXEYAN NAS NAKIN

Durmuş bal kişand ser girtina rojnameger û rojnamegeran û axaftina xwe wiha domand: “Di sedsala 21’emîn de teknolojî ewqas pêş ketiye û şûna ku Tirkiyeyê teknolojiyê bişopîne hêj bi girtin û binçavkirinan re eleqeder dibe bi rastî ev dê di demên pêşiya me de pirsgirêkên mezin ji bo Tirkiyeyê derbixe holê. Tirkiye her ku diçe ber bi xetereyê ve diçe. Bi girtina rojnamegeran tu kes nikare demokrasiyek mayînde bîne vî welatî. Bila tu kes ji bîr neke ku îro tenê rojamegerên rastiyan dinivîsînin tên binçavkirin û girtin. Lê rojnameger her tim dê bi biryarî xebatên xwe bikin û tu caran jî qedexeyan nas nakin.”

‘EM BI HEVRE DIKARIN ÊRÎŞAN BI DAWÎ BIKIN'

Durmuş bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Îxtîdar niha dibêje ku divê gelê kurd di vê pêvajoyê de dengê xwe dernexin. Ji bona vê yekê jî hemû sazî û dezgehên kurd digire. Bi rastî ji bo Tirkiyeyê û têkiliyên Tirkiyeyê yên siyaseta navneteweyî ev dê pirsgirêkan kurtir bike. Rojek heye ku dewletên navneteweyî û bi taybet gelê kurd vê hesabê ji îxtîdarê bipirs e. Meterisiyên me hene ku dê hikûmet êrîşî hemû rojnamegerên din ên wekî wan nafikirin bike jî hene. Ger em hemû rabin bi awayekî bilind dengê xwe derbixin dê Cemiyeta Rojnamegerên Azad careke din vebe û xebatên xwe berdewam bike. Ji ber vê yekê banga min li hemû kesên xwedî wijdane rabin em bibin yek û van êrîşan bi dawî bikin.”