ENQERE - Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim diyar kir ku AYM'ê têkîldarî parlamenterên girtî hê jî radevu nedaye wan û agahî girtine ku DMME dê bikeve dewreyê.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji rêxistinbûnê berpirsyar e Nadîr Yildirim têkîldarî serlêdana xwe ya Dadgeha Qanûna Bingehîn nêrînên xwe perve kir. Yildirim têkîldarî pêvajoya girtîbûna Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenteran diyar kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryarê di nava demê de dirêj dike û wiha berdewam kir: "Ev nêzî 2 meh in serlêdana me heye. AYM biryarê nade. Ji bo ku em vî şermê teşhîr bikin û li rûyê wan bidin her carê em ê biçin ber AYM'ê."
'BIRYARA BALBAY MÎNAK E'
Yildirim destnîşan kir ku ew li bendê ne AYM'ê biryarê bide û AYM li gorî îctihadên xwe tevnagere. Yildirim got ku AYM'ê berê der barê Mustafa Balbay de biryar daye û ev ji bo wan mînak e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dirêjkirina vê yekê teqez qatlîama hiqûqê ye û bêedaletiyê bêhtir kur dike."
'JI AYM'Ê BERSIVEKÎ ŞENBER NEGIHÎŞTIYE ME'
Yildirim der barê serlêdana ji bo AYM'ê kirine jî nirxandina "Daxwaza me disekine. Hê jî bersivekî şenber nedane me. AYM teqez nêzîkatiyekî polîtîk nîşan dide" kir. Yildirim wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nêzîkatî û hewldanekî hiqûqî tuneye. Di bin pêkûtiyê îktidara siyasî de ye Ango pêvajoya girtina hevserok û parlamenterên me bi temamî bi organîzasyonekî polîtîk pêk hat. Serokê AYM'ê û endam di esasê xwe de sîstema darazê ya tevahiyê Tirkiyeyê biryara ku îro dane em dizanin ku her nêzîkatî polîtîk e. Dderveyî însiyatîf û agahiya Tayyîp Erdogan em dizanin ku biryarê nadin û nêzîkatiyekî wan a wisa tuneye. Em jî ji bo ku di warê polîtîk de teşhîr bikin mafê xwe yê demokratîk a agahdarkirina raya giştî û teşhîrkirinê bi kar tînin."
'JI AYM'Ê HÊVIYA ME NEMA'
Yildirim diyar kir ku li welat baweriya bi dewletê nemaye bêbaweriyeke cidî heye û ew jî bawer nakin û tu hêviya wan nemaye.
Yildirim têkîldarî helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo parlamenterên HDP'ê jî agahî da û wiha got: "Niha di şertên normal de bêyî riyên hiqûqa navxweyî bê temamkirin DMME dosyayan nagire û lêkolîn nake. Ji ber rewşa hiqûqê ya li Tirkiyeyê ji ber ku hiqûqê îflas kiriye DMME li benda bi dawîkirina riyên hiqûqî nemîne û li bendê ye ku çen dosyaya binirxîne. Agahiyên ku me jî di vî mijarê de girtiye heye. Em difikirin ku dosyayên hevserok û parlamenterên be bêyî ku li benda biryara AYM'ê bisekine dê binirxîne."
Yildirim herî dawî li ser kongreya awarte ya ku dê di 21'ê Gulanê de li dar bixin jî wiha axivî: "Em ji bo planekî têkoşînê dixebitin. Em wekî HDP ji xwe projeyeke aştiyê ye. Ji ber vê pirsgirêkekî me tuneye. HDP bi taybetî encamên ku piştî referanduma 16'ê Nîsanê derket holê helw tê dayîn ku planeke têkoşînê bê avakirin. Dİ vî çarçoveyê de em nîqaşan didomînin. Bi gel re encamên referandumê dinirxînin. Pİştre me parlamenter û MYK kom kir. Dİ encama vê de em ê di 20'ê Gulanê de mecbûrî kongreyekî pêk bînin. Ev ji bo me kongreyekî mecbûrî ye. Ji bo me dest pê ka têkoşînê ye. Pêvajoya amadekirina nexşerê ye. HDP ji bo plana têkoşînê amadekariyê dike. Em ê piştî 20'ê gulanê seferberiya rêxistinî bidin destpêkirin. Seferberiya têkoşîna demokrasiyê didin destpêkirin."