KOCAELÎ - Jinên bi keda destan û xwîdana eniyê hilberînê dikin û debarê dikin diyar kirin ku ew bi keda xwe debara xwe dikin û wiha gotin: "Hilberîn ji bo wan aramî û kêfxweşî ye."
Li Kocaeliyê jinên li 5 salin li kulubên Anitparkê hatine avakirin bi keda destan û roniya çavan hilberînê dikin û debara xwe dikin, diyar kirin ku ew ji ber vê hilberînê kêfxweş in. Jinên ku bi derzî, sîxik, derziyên neqişandinê hilberîna destan dikin û bi van berheman debara xwe dikin li ser keda destan û hilberina xwe axivîn. Yek ji dayika 55 salî Nazmiye Koç, anî ziman ku 25 kalin bi keda destan, roniya çavan karê destan dike û bi berhemên destan debara xwe dike. Koç, anî ziman ku berhemên destan ku li kargeriyê çêdike li bazarê difiroşe û bi firotina van berheman debara xwe dike. Gelek zor û zahmetiyên vî karî hene. Ji ber vî karî gelek nexweşî bi çav re çê dibin. Dîsa gelek nexweşiyên din bi xwe re tîne. Maliyeta karê me li gorî kedê tê guhertin. Ji bo em li vir berhemên xwe bifiroşin em bi saetan radiwestin. Hin caran em heqê keda xwe nastînin. Di saetên serê sibê de ji bo bê firotin çiqas heq bidin em razî ne."
'HER KU DIÇE KEDA DESTAN BÊQÎMET DIBE
Koç, anî ziman uk her diçe şertên jiyanê dijwartir dibe û wiha got: "Jiyan êdî bê pere nameşe. Ji bo em debarê bikin em neçarin vî karî bikin. Em dixwazin heqê keda xwe bigirin. Dema em heqê keda xwe distînin em kêfxweş dibin. Ji ber vê yekê hilberîn û ked me kêfxweş û aram dike. Ez zarokên xwe û debara malê bi vî karî dikim. Karê me li gorî berê her diçe xerab dibe. Eleqeya wekî berê kêm e. Wekî berî firotin tune. Ez hem karê malê dikim û hem jî diçim ji bo debarê berhemên destan çêdikim. Ji ber ku ez bereyan bi keda destan qezenç dikim û bi keda xwe debara xwe dikim kêfxweş im.
Jina bi keda destan debara xwe dike Sema Erkan ji heman tişt anî ziman û diyar kir ku ji ber ew bi keda destê xwe û hiberîna xwe debara xwe dike kêfxweş e. Erkan, anî ziman ku ew debara malê û 4 zarokên xwe dike û wiha got: "Jin dikarin debarê bikin û bi afirînin. Dema ez kareki dikim ez pir kêfxweş dibim. Afirandin û hilerîn min kêfxweş dike. Em bi vî karê xwe nîşan didin ku dema jin bixwaze dikare her tişti bike. Ez hatim vir min li vir gelek jin nas kirin. Ev min bêtir kêfxweş dike. "
Elif Çetiner - dihaber