ENQERE - Pirsnameya wekîla HDP’ê Selma Irmak a der barê binpêkirina mafan a li girtîgehê, ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve bi hincetên cuda hat redkirin.
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku girtî tê darizandin, bi armanca balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne pirsname da meclîsê. Pirsnameya Irmak ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve bi hincetên cuda hat redkirin. Serokatiya Meclîsê pirsa li ser îhlalên mafan, tecrîd, îşkence û zextên li girtîgehê a wekî "Hûn difikirin ku KHK'yên li dijî Qanûna Bingehîn, Peymanen Navneteweyi û peymanên din betal bikin û li gorî hiqûq û mafên mirovan rast bikin û saz bikin?" bi hinceta li dijî rêziknameya navxweşî ye" red kir û pirsname li ber çavan nagirtin.