Di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê xwîşka nivîskara kurd Evrîm Alataş, Mukaddes Alataş û hevserê wê Cuma Karataş hatin binçavkirin. Li Eskişehîrê jî 6 kes hatin binçavkirin. Hevserokê HDP'ê yê Marmarisê Abdullah Îpek jî serbest hat berdan.

Li Eskîşehîrê di serdegirtina malên endam û rêveberên HDP'ê de 6 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan a Ertugrulgazî. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê HDP'ê Enver Tek, Hevserokê HDP'ê yê Odunpazari Mustafa Karataş, Rêveberê HDP'ê yê Odunpazari Ahmet Etike, Hîndekarên Zanîngeha Anadolu D.A, M.A. û û A.G.

Xwîşka nivîsakara kurd Evrîm Alataş a ku li Amedê jiyana xwe ji dest da, Mukaddes Alataş û hevserê wê Cuma Karataş hatin binçavkirin. Di serdegirtina malê de piştî lêgerînê Alataş û hevserê wê Karataş hatin binçavkirin, sedema binçavkirin nehat hînbûn. Alataş û Karataş li emniyetê tên rawestandin. Rêvebera HDP'ê ya Rizan Ayhan Ateş jî hat binçavkirin û sewqî Mêrsînêkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Marmarisê Abdullah Îpek ku hat binçavkirin jî piştî sewqî dadgehê hat kirin bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.