COLEMÊRG - Li ser rêya Yenîkopru ya navbera Wan, Colemêrg û Geverê ji ber lêgerîna zêde welatî bêzar dibin.
Li ser pira Yenikopru ya navbera Wan, Colemerg û Geverê ji ber lêgerîna zêde ya nasnameyan û kontrola Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT), welatî bêzar dibin. Fermandariya Cendirmeyan a li ser rê nokteya kontrolê daniye, hemû maşineyên di wê rêyê re derbas dibin yek bi yek tên rawestandin û welatî di GBT'ê re derbas dibin. Ji ber lêgerîna zêde welatî bi saetan tên rawestandin. Bi sedan maşîne dikevin dorê û gelek welatî ji kar û barê xwe bêpar dimînin. Welatiyên rastî vê pekanîn û lêgerînê tên ji ber van pêkanînên leşkeran bêzar û bi bertek in. Gelek welatiyên ku ji Gever û Colemêrgê diçin Wanê û bi balafirê diçin bajarên din nagêjin ser balafirê û bilêta wan dişewite. Welatiyên ku nagêjin ser bername û karên xwe dixwazin ev lêgerîn û kontrol bi dawî bibe.