Leşkeran nehişt koçer derkevin zozanan

ŞIRNEX - Koçerên ku dixwestin derkevin zozanên Şirnexê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “ewlehiyê” hatin astengkirin.

Koçerên ku ji bo sewalên xwe bibin zozanên li herêmên ji aliyê Walitiya Şirnexê ve di 18’ê Nîsanê hat qedexekirin û pey re operasyon hatin destpêkirin ji aliyê leşkeran ve hati astengkirin. Koçerên ku bi gelek ajalan re piştî ji qadên navçeyên Silopi, Cizîr û Hezexê derbas bûn û diçûn herêmên Kato, Herekol û Feraşînê di ketina gundên navenda Şirnexê de ji aliyê leşkeran ve hatin astegkirin.

LI CIHÊ HATIN ASTENGKIRIN KON VEDAN

Koçerên ji ber hincetên operasyon û qedexeyê li ser zozanan hatin rawestandin bertek nîşanî rewşê dan. Her wiha xwesteka “sewalên xwe bi wesayîtan bibin ne bi peyatî” ya leşkeran jî ji aliyê koçeran ve nehat qebûlkirin. Hat zanîn ku koçeran li cihê hatine rawestandin kon vedane.