Cezayê bersûcê êrîşkarê istîsmarê ji 'Halê Baş' daxistin

AMED - Êrîşkarê zayendî Îbrahim Tunç ê li navçeya Pasûrê bi zorê îstîsmarî zarokê 13 salî N.Y yê ji sedî 50 asteng kir, cezayê wî ji 8 salan daxistin 6 sal û 8 mehan. Heyetê ji ber "Halê Baş" ceza daxist û girtina Tunç red kir.

Rûniştina doza îstîsmarkarê zayendî Îbrahîm Tunç ê istîsmarî zarokê 13 salî yê ji sedî 50 astengdar N.Y. kir, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de bersûcê serbest tê darizandin amade nebû. Di rûniştina dozê de parêzer parêzerên mexdûr û malbat amade bûn. Dozger xwest ji ber êrîşa istîsmarê bersûc bê cezakirin. Dozger her wiha xwest ji sûcê di 28'ê Adara 2015’an de tê darizandin jî bê beraetkirin. Parêzera zarok Selvi Tunç, parastin kir û diyar kir ku zaroka mexdûr N.Y.’ mirovek asteng dar e û wiha got: "Bersûc bi zanebûn û xwestin tevî dizane ku zarok astengdar e jî bi zora kêrê îstîsmarî zarok dike. Divê bersûc bê cezakirin. Parêzerê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê Remzi Atalay jî xwest bersûc bê cezakirin. Parêzere bersûc jî arastin kir û anî ziman ku bersûc bê sûc e û xwest beraet bike.

Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê Îbrahim Tunç de bi sedema sûcê bersûc sabît e 8 sal ceza da Îbrahîm Tunç. Heyeta dadgehê piştre li gorî xala 62'an a Halê Baş cezayê Tunç daxist 6 sal û 8 mehan. Heyetê dîsa der barê Îbrahim Tunç de ji sucdariya "Kes ji huriyeta wî bêpar hiştiye" 2 sal ceza da. Heyetê der barê sucê di Adara 2015’an de yê îstîsmara zayendî û dûrxistina huriyeta kes de jî biryara beraetê da. Heyetê daxwaza girtina Tunç jî red kir.

Îbrahîm Tunç bi zora kêrê îstîsmara zayendî li dijî N.Y. pêk anî di 29'ê Adara 2015'an de hatibû girtin. Dozgeriya Komarê ya Amedê doz amade kir û pêşkêşî 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran kir. Dozger der barê Tunç de ji 24 sal heta 58 salan xwest bê cezakirin.