Rojnameger Serhat Yaruk hat binçavkirin

MÊRSÎN - Rojnameger Serhat Yaruk ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Rojnameger Serhat Yaruk serê sibehê li Mêrsînê di serdegirtinê de hate binçavkirin. Yaruk ê ku çûbû serdana malbata xwe saet di 04.00'an de ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin. Hate hinbûnku Yaruk di çarçoveya lêpîrsînekî li Wanê hatiye binçavkirin û ew birine Wanê.