Doza Enes û Mahsum hiştin payizê

AMED - Rûniştina doza Enes Ata û Mahsum Mızrak ên di serhildana 28'ê Adara 2006'an a Amedê de polîsan ew kuştin hat dîtin. Heyetê doz taloqî cotmehê kir.

Rûniştina doza Enes Ata ê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî ku di serhildana 28'ê Adara 2006’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin li 1.'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de polîsên bersûc beşdarî rûniştina dozê nebûn. Bavê Enes Ata Selamettin Ata, Dayika Mahsum Mizrak Besire Mizrak û bavê wî Hasan Mizrak amade bû. Di rûniştinê de îdîaname hat xwendin û piştre parêzeran parastin kir. Parêzerê malbata Misrak Bariş Yavuz parastin kir û diyar kir ku heta niha bersûc û kujer hatine parastin û wiha got: “Di nivîsa Midûriyeta Polîsan a Amedê ya di 16.05.2007'an de hat weşandin got bombeya gazê û çek li ser 3 polisan hatiye zîmetkirin. Disa di serdemê dadgehê de 3 çekên cuda dane 3 polisan. Ji aliyê polîsan ve besûc têzanîn. Lê bi daxuyaniya da ser rastiyê hat girtin.

Heyeta dadgehê piştî parastinê ji bo agahiyên dosyayê bên temamkirin doz taloqî 3'ê Cotmehê kirin.