Editorê sendika.org ê Ozbilgin li edliyê hat binçavkirin

STENBOL - Edîtorê sendika.org Çaglar Ozbilgin, dema di çarçoveya lêpirsîna hatiye vekirin de çû Edliyeya Çaglayanê hat binçavkirin.

Der barê Edîtorê sendika.org Çaglar Ozbilgin de ji ber nivîsa wî ya di Rojnameya Halkın Sesi de hat weşandin doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Edliyeya Stenbolê hat vekirin. Ozbilgin ku ji bo îfadeyê bide çû edliyê piştî îfade da li avahiya Edliyeya Çaglayanê hat binçavkirin. Hat zanîn ku der barê Ozbilgin de bi hinceta dozek din heye hat binçavkirin. Ozbîlgin di bin çavan de tê girtin.