Ji bo Bayraktaroglu teziye hat danîn

STENBOL - Ji fermandarên BOG'ê Ulaş Bayraktaroglu yê yi Reqayê jiyana xwe ji dest da li Kadikoyê sersaxî tê qebûlkirin

Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ji boji fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî (BOG) û çalakgerên Berxwedana Geziyê ya li Reqayê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re li dijî DAIŞ'ê şer dike û jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat danîn. Ji bo Bayraktaroglu li avahiya Devrîmcî Partî sersaxî tê qebûlkirin. Li cihê sersaxiyê ji bo Bayraktaroglu quncikekî find û qurnefîlan hate çêkirin. Sersaşiyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Li vir endama MYK a DEvrîmcî Partî Benazîr Coşkun axivî û diyar kir ku ew ê di riya hevalên xwe yên ku di têkoşînê de winda kirine bimeşin. Serokê Giştî yê Devrîmcî Partî Ufuk Gollu jî destnîşan kir ku li dijî tasfiyekariya salên 90'an yek ji kesê ku ala ji Mahîr Çayan girtine di têkoşînê de roleke girîng lîstiye û wiha axivî: "Em ji wan re nabêjin pêşeng jixwe ew bi gotin û çalakiya xwe ve li Rojava û Geziyê têkoşîna xwe nîşan da ve xwedî vî wesfê bûye. Ya ku dikeve li ser milê me divê em mîrateya ku hiştine xwedî lê derkevin."

Sersaxî dê heta roja şemiyê berdewam bike.