TJA: Xistina parlamenteriya Aydogan êrîşa li dijî jinan e, em vî biryarê nas nakin

AMED - Hevparên TJA'yê yên Amedê xistina parlamenteriya Nursel Aydogan a HDP'î şermezar kirin û diyar kirin ew ê êrîşa li dijî jinên ku nivê civakê temsîl dikin qebûl nakin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo xistina parlamenteriya parlamnetera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ucu, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Rûken Akça, endamên MEclîsa Aştiyê û gelek jin beşdar bûn.

'AYDOGAN NÎVÊ CIVAKÊ TEMSÎL DIKE'

Rêvebera HDP'ê Selma Metîn a di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku piştî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, xistini parlamenteriya Aydogan tê nîşandan ku ev polîtîka li dijî têkoşîna siyasî ya jinan e. Metîn destnîşan kir ku nîvê 6 milyonan jin in û Aydogan jî nîvê civakê temsîl dike. Metîn wiha axivî: "Em xistina parlamenteriya Aydogan qebûl nakin û vî biryarê nas nakin."

'TÊ XWESTIN JINÊN SIYASETMEDAR TERBIYE BIKIN'

Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî biryar şermezar kir û diyar kir siyasetmedarên jin tên hedefgirtin. Uca xistina parlamenteriya Aydogan êrîşa li dijî îradeya bi milyonan jinan nirxand û got ku ew vê yekê qebûl nakin û nas nakin. Uca anî ziman ku biryara hatiye dayîn siyasî ye bi vî biryara hatiye dayîn ve tê xwestin jin bên terbiyekirin lê tu caran dê jin vê yekê qebûl nekin, heta niha qebûl nekirine ji niha û şunde jî qebûl nekin.

'BIRYAR SIYASÎ YE Û EM NAS NAKIN'

Uca got ku biryara hatiye dayîn di heman demê de li dijî têkoşîna ku jin didin tehamul nekirin e û wiha axivî: "Nursel Aydogan wekîla bi milyonan jinan e. Gel ew hilbijart û ancax gel dikare bixe. Em ê têkoşîna azadiya jinê di her qadê de bidin."

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.