ŞIRNEX - Bavê Cemîle Çagirga ya li Cizîrê di 4-12'ê îlona 2015'an de hate qetilkiin û cenazeyê wê bi rojan li sarincê hat sekinandin, Ramazan Çagirga cara duyemîn di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser mala Cemîle Çagirga ya ku di 4-12'ê îlona 2015'an de dema li baxçeyê mala xwe dilîst hate qetilkirin û canezeyê wê bi rojan li sarincê hat sekinandin de girtin. Di serdegirtinê de deriyê malê hatin şikandin û bavê Çagirga. Ramazan Çagirga yê ku di heman demê de rêveberê MEYADER'ê ye hate binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê Çagirga birin emniyetê.
Ramazan Çagirga di 3'yê mijdarê de jî hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.