ANTALYA - "Şahiya Ked, Demokrasî û Aştiyê" ya ku rêxistina HDP'ê ya Antalyayê li dar bixe bi hinceta OHAL'ê hate qedexekirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê xwest di 14'ê Gulanê roja yekşemê li Şanoya Vekirî ya Konyaalti "Şahiya Ked, Demokrasî û Aştiyê" li dar bixe. Daxwaza HDP'ê ya Antalyayê ji aliyê Walîtiya Antalyayê ve bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) hate qedexekirin.