Li gelek bajaran binçavkirin û girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bursa, Qers, Wan û Rihayê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û girtin.

BURSA

Ednamê Lîjneya Rêverbir ê Yildirim ê HDP'ê û karkerê înşaetê Îhsan Şeker duh dema li Bursayê li ser kar bû ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Şeker bi îdîaya li ser hesaba xwe ya tora civakî "propagandaya rêxistinê kiriye" û "heqaret li serokomar kiriye" hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Bursayê.

EDENE

Piştî şewata li wargeha keçan a li Aladaga Edeneyê ji aliyê Serdozgerê Komara Kozanê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin, di çarçoveya lêpirsînê de 14 kesên ku dihat gotin di şewatê de îhmalên wan hene hatibûn binçavkirin. Ji 14 kesên hatine binçavkirin 3 jê piştî karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn duh di saetên şevê de sewqî dadgehê hatin kirin. 3 kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 11 kesên din jî karên wan ên li midûryetê didomin.

QERS

Li navenda Qersê û navçeyên wê Qaxizman û Dîgorê di saetên sibê de polîsan bi ser avahiyên HDP û DBP'ê û gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevseroka DBP'a bajara Yelîz Çopur, Hevseroka Bajar a HDP'ê Sevda Subaşı, rêvebirê HDP'ê Mustafa Kaya, rêvebira DBP'ê Şengul Mehmetoglu, Hevserokê HDP'ê yê Qaxizmanê Alî Saridag, Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Alî Bag, endamê Meclîsa giştî ya bajara Mehmet Dogan, endama Meclîsa Şaredariyê Çîgdem Ozlu, 2 endamên partiyên yên Dîgorê ku navê wan ne hatin zanîn û gelek kesên din hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn û lêgerîna li avahiyên HDP û DBP'ê didome. Ne hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li kuderê tên girtin.

WAN

Li Erdîşê duh polîsan bi ser malan de girtibûn û welatiyê bi navê Îsmaîl Yilmaz ê 65 salî binçav kiribûn. Piştî karên Yilmaz ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn sewqî dozgeriyê hat kirin. Yilmaz ê ku bi sucdariya "endamê rêxistinê ye" û "alîkarî daye rêxistinê" derbarê wî de daxwaza girtinê hat kirin, sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê bi heman sûcdariyan biryara girtina Yilmaz da. Ji malbat û parêzeran re ne hat ragihandin ku Yilmaz şandine kîjan girtîgehê.

RIHA

Di serdegirtinên malan û cihên kar ên li Riha û navçeyên wê de Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram, Hevseroka bajar a HDP'ê ya berê parêzer Avukat Sevda Çelîk Ozbîngol, hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku hatibû girtin ê berê Mehmet Çîçek, cigirê hevserokê Pirsûsê yê berê û rêvebira DBP'ê ya bajar Hulya Demîr, endamên şaredariya bajarê mezin a DBP'ê Sîbel Sutpak, Samî Kiliç û Leyla Akça, endamê meclîsa şaredariya Hewengê Bayram Aslan, endamên partiyê Mahmut Kaya, Mahîde Kurttekîn û gelek kesên din hatin binçavkirin.

Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn û hat diyarkirin k udi lîsteya binçavkirinê ya destê polîsan de navê 24 kesan heye.

Kesên hatin binçavkirin piştî lêgerînan birin midûryeta polîsan a bajar.