Gerînendeyê Giştî yê Cumhuriyetê hat binçavkirin

STENBOL- Gerînendeyê Weşana Giştî yê Malpera Înternetê yê Rojnameya Cumhuriyetê Oguz Guven, saet di 07:15'an de di hesabê xwe yê twitterê de diyar kir ku hatiye binçavkirin.


Gerînendeyê Weşana Giştî yê malpera înternetê ya Rojnameya Cumhuriyetê Oguz Guven di hesabê xweyê twîtterê de agahî parve kir û diyar kir ku hatiye binçavkirin. Guven, anî ziman ku ji bo îfadeya wî bistînin ew birin Miduriyeta Polîsan a Vatanê. Sedema binçavkirina Guven nayê zanîn.

Serokê TGC'ê Turgay Olcayto û Sekretera Giştî ya Cemiyetê Sibel Guneş bertek nîşanî binçavkirina Oguz Guven da û anî ziman dê di saetên pêş de daxuyaniyê bidin. Wekîlê CHP'ê Barış Yarkadaş jî diyar kir ku dê bi Midûrê Polîsan ê Stenbolê re hevdîtin bike û lêkolîn bike.