Li Dersim û Wanê riyên tax û gundan hat girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dersimê ji ber berfa zêde rêya 170 gundan hat girtin. Li navçeya elbaka Wanê jî ji ber berfê riya 119 taxan hat girtin.

Li Dersimê ji ber berfa ku 3 rojin li ser hev dibare, rêya 170 gundan ji çûn û hatinê re hat girtin. Li navenda Dersimê rêya 28, li navçeya Pulumurê 41, li Qislê 34, li Mazgirtê 22, li Nazizyê 21, li Pertekê 15, li Hozatê 7, li Çemişgezekê 2 bi giştî rêya 170 gundan ji çûn û hatinê re hat girtin û welatî di gund û warên xwe de asê man. Ji ber barîna berfê ya zêde dibistanên seretayî ketin betlanê.

RIYÊN 119 GUNDÊN WANÊ HATIN GIRTIN

Ji berfa zêde ya li navçeya Elbaka Wanê ya ku ev çend rojin bê navber didome, jiyan rawestiya ye. li navçeyê ku stûrbûna wê digihije 30 santîmetreyan riya 119 taxan hatiye girtin. ji bo vekirya riyên ji ber berfê hatine girtin xebat tên meşandin û li dibistan rojek bêhndan hat dayîn.

Barîna berfê ya li navçeyê didome.