Rojnamegerê îngilîz Sweeney: Li Cizîrê polîs keleşnîkof xist destê min û wêneyê min kişand

ŞIRNEX- Rojnamegerê îngilîzî Steve Sweeney ê ji bo şopandina nûçeyan hat herêmê, polîsan ew li têketina Cizîr û Silopiyayê 8 saetan rawestandin. Sweeney wiha got: "Li Cizîrê polîsan çek xist destê min, li ber wesayîta zirxî xwestin poz bidim û wêneyên min kişandin."

Rojnamger Steve Sweeney ê ku tevî hevalekî xwe, piştî referandûma 16'ê Nîsanê ji bo rewşa herêmê hîn bibe di 9'ê Gulanê de hat navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi saetan li noqteya polîsan hat rawestandin û paşê destûr danê ku biçe navçeyê. Rojnamgerê îngilîz Sweeney ê ku li Rojnameya Mornîng Starê dixebite, anî ziman nêzî 8 saetan li noqteya polîsan hatiye rawestandin.

LI TÊKETINA CIZÎRÊ 5 SAETAN HAT RAWESTANDIN

Sweeney, anî ziman ku dema li têketina navçeyê hatiye rawestandin, 16 polîsan ew dorpêç kiriye û li hemû amûrên wî nihêrîne û got ku, polîsan bi saetan ew li ser piyan dane sekinandin. Sweeney, diyar kir ku, wî bi wergera hevalê li cem xwe pirsên jê hatine kirin bersivandiye û got ku, piştî demekê şûn de ji bo wan gazî polîsên an-terorê hatine kirin.

Sweeney, ragihand ku bêyî hincet 5 saetan li têketina navçeyê hatine rawestandin û wiha got: "Polîsan yeko yeko hemû nîşe û pirtûkên min raçav kirin. Gotara ku min li Îngîltereyê piştî girtina parlementerên HDP'î nivîsand û gotara ku min der barê azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nivîsand anîn ber min. Ji min pirsa ji bo çi tu hikûmetê rexne dikî pirsîn. Min jî ji wan re got, ez tiştekî îllegal nakim. Lê tim ji min pirsîn ku çima tu bi awayekî rexneyî dinivîsî. Min jî ji wan re got 'Tiştekî baş nîşanî min bidin ku ez binivîsim.'"

‘XWESTIN BI KELEŞNÎKOFÊ POZ BIDIM'

Sweeney ê ku got, “Polîsan Keleşnîkofeke ku carcûra wê jê derxistin dan destên min û ji min xwestin ku ez li ber wesayîta zirxî poz bidim" wiha axivî: "Paşê wêneyên min kişandin. Ji min re gotin 'Em te bibin cihê ku PKK'yî lê geştê dikin.' Min ev pêşniyara wan qebûl nekir. Gelek ji wan digotin ji bo em pereyan qezenc bikin, em ji derve hatine. Amîrek hat û wêneyên me yên bi çekê hatin kişandin jê bir. Paşê di nav xwe de nîqaş kirin û pev ketin. Tirsa me ew bû ku çekê bi kar bînin. Çimkî ewlehiya me ya jiyanî tune bû. Polîsek Îrlandayê ji min pirsî. Min fêm kir ku xwest hevkêşeya wê û vir bike. Miraq dikir, ka ez cudaparêz im an na. Polîsekî jî qerîne kir ku 'Ew terorê diparêze'."

LI SILOPIYAYÊ 3 SAETAN HAT RAWESTANDIN

Sweeney, anî ziman ku ji ber li otelên Cizîrê cih nema bû, wî berê xwe daye Silopiyayê û wiha got: "Li têketina Silopiyayê 3 saetan em rawestandin. Em birin şaxa biyaniyan. Wê navberê min pêwendî bi serfirxaneyê re danî. Wisa difikirim ku, bi saya wê pêwendiyê tiştek bi me dan îmzekirin û em berdan. Paşê jî bi wesayîtên zirxî xwestin heta otelê em bişopînin. Me got em tiştekî wisa naxwazin, lê belê bi israr eskortî kirin."

XWESTIN EM BIBIN CEM QEYÛM

Sweeney, dest nîşan kir ku kurdan di serdema Serokomar Erdogan de zaf êş kişandiye û got ku, hîseke ku polîs dixwazin li Silopiya û Cizîrê hin tiştan veşêrin li wî peyde bûye. Sweeney, anî ziman ku polîsan xwestiye bernameyekê ji wan re diyar bikin û wiha axivî: "Xwestin bi qeyûm re randevuyekê eyar bikin. Me got, em naxwazin pê re hevdîtinê çêbikin. Lê belê, wan bi israr xwestin em bibin cem mudurê emniyetê û cem qeyûman."