Nîşaneya pêşerojeke ronî, Bendava Tebqayê

REQA - Wêneyên ewil yên Bendava Tebqayê ya ku ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), îşaretê bi pêşeroja ronahiyî ya gelan dike.

Bendava herî mezin a Rojhilata Navîn, Bendava Tebqayê ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Li bendava ku QSD paqijiya wê didomîne, mayinên ku DAIŞ'ê bi cih kirine yeko yeko tên rakirin. Şervanan alaya DAIŞ'ê ya li bendavê hêl dibû rakir û li şûna wê alaya QSD'ê ya ku di warê leşkerî de temsîleyeta gelên Sûriyeyê dike daliqandin. Her wiha şervanên ku endezyar anîn ser bendavê, hewl didin ku endezyar lêkolîneke teknîkî bikin. Wêneyên ewil ên vê bendava ku gelên Rojhilata Navîn ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dibe, îşaret bi pêşeroja ronahiyî ya gelan dike.