Pirtûkfiroşên kurdî: OHAL bandorê li pirtûkên kurdî jî kir

AMED - Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî xwediyên pirtûkfiroşên kurdî yên li Amedê balê kişandin ser astengî û qedexeyên li ser pirtûkên kurdî û dest nîşan kirin ku, piştî OHAL’ê her çi qas li ser ziman û pirtûkên kurdî êrîş û astengî hebin û bandorek neyî kiribe jî, lê têkoşîna xwedîderketina ziman û pirtûkan jî heye.

Gelê kurd 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî di bin êrîş, astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî de pêşwazî dike. Her çiqas sazî û komeleyên xebatên kurdî didan meşandin hatin girtin û mohrkirin jî, lê dîsa gelê kurd xwedî li zimanê xwe derdikeve. Piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin û şûn ve li gel astengiyên li ser zimanê kurdî, pirtûkfiroşên kurdî jî ji vê rewşê bandorek neyînî digirin. Pirtûkfiroş didin diyar kirin ku, li gel şert û mercên zehmet û şerê heyî dîsa jî civaka kurd xwedî li pirtûkên kurdî derdikeve. Bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pirtûkfiroşên kurdî yên li Amedê balê kişandin ser girîngiya rojê û banga xwedîderketina li pirtûkên kurdî.

‘BILA HER MAL BIBE PIRTÛKXANEYA KURDÎ’

Berpirsa Mala Pirtûkan a Lîlavê Rabia Karayil bi bîr xist ku, tenê ne di vê demê de her tim li bajarê heremê Rewşa Awarte hebûye û got ku, li gel vê yekê jî di vê demê de hejmara xwînerên kurdî kêm bûbe jî, lê hem berê û hem jî niha eleqeyek mezin ji bo pirtûkên kurdî heye. Karayil anî ziman ku, bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî her kes bi awayekî hestyar nêzî pirtûkê kurdî bibe û ev tişt got: “Herî zêde pirtûkên kurdî yên zarokan û pirtûkên gramera kurdî rastî eleqeyê tên. Ji ber ku saziyên perwerdehiya kurdî hatin girtin. Lê pêwîste eleqeya li hember pirtûkên kurdî zêdetir bibe. Her malbetek kurd, dikare mala xwe bike dibistan û pirtûkxaneya zimanê kurdî. Em bang li gelê kurd dikin ku xwedî li ziman û pirtûkên kurdî derkevin.”

‘ÇI QAS ASTENGÎ HEBIN JÎ, LÊ TÊKOŞÎNA ZIMAN DIDOME’

Kordînatorê Pirtûkakurdî.com’ê Bawer Berşev jî dest nîşan kir ku, li gel hemû qedexe û astengiyan jî xwînerên pirtûkên kurdî zêde dibin û wiha axivî: “Li Bakûrê Kurdistanê nêzî 4-5 hezar xwînerên me hene. Kurd ji sedî 80 roman û çîrokên kurdî dixwînin. Her diçe helbest kêm dibe. Kesên pirtûkên kurdî dixwînin ji sedî 90 kesên zanîngeh qedandine.” Berşev da zanîn ku piştî serdema OHAL’ê li gel wan firotina pirtûkên kurdî ji sedî 40 zêde bûye û wiha berdewam kir: “Lê heke em li piyasê binêrin wek sekinî xuya dike. Piştî OHAL’ê weşanxaneyên kurdî zêde dibin û gelek pirtûkfiroş jî vedibin. Ev tê wê maneyê ku kurd têkoşîna zimanê kurdî didomînin. Dewlet çi qas astengiya li ser pirtûk û weşanxaneyên kurdî bike jî, lê kurd têkoşîna xwe dewam dikin.” Berşev di dawiya axaftina xwe de bang li xwînerên kurdî kir ku xwedî li kurdî û pirtûkên kurdî derkevin û xwest ku tu kes ji xwendina pirtûkên kurdî bêpar nemîne.

‘OHAL LI SER ZIMAN Û PIRTÛKÊN KURDÎ ZORDESTÎ DIKE’

Xwediyê Weşanxane û Pirtûkfiroşiya J&J Azad Zal jî diyar kir ku, beriya her tiştî neqebûlkirina zimanê kurdî pirsgirêkek herî sereke ye û got ku, bi boneya ziman ev nêzî 40 salî ye têkoşînek bêhempa tê meşandin lê di nav 2 salên dawî de ji ber dijwariya şer rasterast li ser ziman bandora xwe kir. Zal behsa zordestî û êrîşên li ser ziman kir û wiha domand: “Rewşa Awarte pêşî destdirêjî li hember destkeftiyên ziman, çand û perwerdehiya kurdî kir. Beriya her tiştî komele û saziyên kurdî bi darê zorê hatin girtin. Ji ber vî awayî girseya ku xwedî li ziman derdiket û pirtûkên kurdî dinivisînin û distînin hemû ji kar hatin avêtin. Vê yekê jî bandora xwe li ser pirtûkfiroşan û weşanxaneyên kurdî kir. Beriya vê OHAL’ê hîn bêtir millet dihat li pirtûkên kurdî dipirsî. Lê pişt re gelek kes tên dibêjin ‘me vê pirtûkê xwendiye em dikarin deynin pirtûkxaneyê.’ Sedema vê yekê ew e ku her çi qas pirtûka kurdî qanûnî be û bandrola wê hebe dikin sedem wî/wê kesê ji peywîrê bê girtin û çavtirsandî dikin. Gelek pirtûkfiroş ji ber sedemên tewanbariyê pirtûkên kurdî deynanin ser dezgahên xwe.”

Zal da xuyakirin ku, ew ê jî wek firtûkfiroş û nivîskarên kurd cejna zimanê kurdî pîroz bikin û banga xwedî derketina pirtûkên kurdî li civakê kir.

Bîlal Guldem - dîhaber