Li Aladagê dorpêça cemaetê: 8 malbat ji dozê vekişiyan

EDENE - Li Aladagê malbatên ku di şewata yurdê de zarokên wan mirin di bin pêkîtiyê de ne. Hate hînbûn ku parêzerên yurdê çûne cem malbatan û daxwaza "Dev ji dozê berdin, em zarokên we heta zanîngehê bidin xwendin, alîkariya madî û manewî bidin we" li wan dikin. Heta niha 8 malbat ji dozê vekişiyan.

Di 29'ê Mijdara 2016'an de li navçeya Aladag a Edeneyê di şevnişîna aydî Cemaeta Suleymaniyan de şewat derketibû û 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 24 zarok jî birîndar bûbûn.
Yekemîn rûniştina dozê dê di 30’ê Gulanê de bê dîtin. Berî rûniştina dozê bê dîtin gef li malbatan tê xwarin ku ji dozê vekişin. Nûnerên Cemaetê tundiyê li ser malbatan dikin heta niha 8 malbat ji doza wan vegerandine. Serdozgerê Komarê yê Edeneyê der barê Midûrê şevnişînê Cumali Ali Genç û Serokê Komeleya Alikariya Talebeyên di Dema Tahsîlê de Îsmaîl Ugur û rêveberên bi navê Ramazan Keleş, Mahir Kiliç, Mustafa Oztaş, Mahmut Denîz û Ramazan Dede jî di navde li 7 kesan bi îdîaya "Bi zanebûn bûye sedema mirin û birîndarkirinê" doz vekir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger ji 2 salan heta 15 salan ceza dixwaze. Dadgeha Cezayên Giran a Koza îdîaname qebûl kir. Piştî îdîaname hat amadekirin nûnerên cemaetê zextan li malbatan dikin da ku ji dozê vegerin.

Hat zanîn ku piştî şewatê li navenda Aladagê şevneşînek kur û şevneşînek keçan li hin gundan di bin navê kursa kuranê de şevnişîn hatin avakirin û xwendekar li vir dimînin. Welatiyên gundê Koprucuk, Maden, Karahan û Kişlakê yên zarokên wan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku ji ber xizaniyê perîşan in û di karê kana Kromê de dixebitin û bi xwedîkirina bizinan debara xwe dikin. Welatiyên gundê Aladagê diyar kirin ku berî rûniştina dozê bê dîtin rayedar zextan li wan dikin ku dest ji dozê berdin. Hin malbatên zarokên wan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan yên gundê Aladagê diyar kirin ku zextên li ser wan zêde bûne û wiha got: "Li hin gundan şaneşînên wan bi awayekî çalak dixebitin. Rayedarên cemaetê ji bo malbat dest ji dozên xwe berdin pereyan didin malbatan û wan bertîl dikin. Gelek malbat naxwazin dest ji doza xwe berdin û dixwazin baweriya xwe ya hiqûqê biparêzin. Dozger wekî ku bi qeza kuştin çêbûbe nîşan dide. Malbatan destnîşan kir ku kuştin bi zanebûn pêk hatiye.

'GOTIN EM DÊ ALÎKARIYÊ BIDIN DEST JI DOZÊ BERDIN'

Dayika Gamze a jiyana xwe ji dest da û Gulcan Bagir a di şewatê de birîndar bû Muhteber Bagir, bertek nîşanî îdîanameya dozger da û wiha got: "Dilê min û kezeba min şewitî. Ez dixwazim berpirsiyar cezayê xwe û bela xwe bibînin. Tên li ber me digerin û dibêjin 'Em dê di her alî de alîkariyê bidin we û dest ji vê dozê berdin' Lê ez bi tu awayî dest ji vê doza xwe bernadim. Em dixwazin yên bûn sedema kuştinê bên darizandin û cezayên xwe bibînin. Bila rastî cezayên giran bên. Ez dê hata dawî dozê bişopînim."

Bav Kemal Bagir jî diyar kir ku piştî kuştinê çend roj şûnde rayedarên cemaetê hatin mala wan û xwestin ji dozê vekişin û wiha got: "Hatin gotin 'em dê zarokên we li Edeneyê bidin xwendin. Heta zanîngehê em dê bidin xwendin' Lê me ev yek qebûl nekir. Me ev yek bi dozger re jî parve kir. Em arasteyî gelek cihan kirin. Divê ji keyayê taxê heta Midûrê Perwerdehiya Neteweyî tev bên darizandin. Ez ji hemû berpirsiyaran bi glî me. Dixwazim tev bên darizandin.

Bavê Sumeyye ku di şewatê de jiyana xwe ji dest da û Fadime Yetim a birîndar bû Ahmet Yetim, jî xwest bersûc bên cezakirin û bi taybetî xwest Keya û midûrê perwerdehiya neteweyî bên cezakirin.

Bavê Fatma Zehra Altun a birîndar bû Ahmet Altun jî xwest bersûc bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne. Altun, anî ziman ku rayedarên cemaetê gelek kes bi pereyan û bertîlan bêdeng kirin û ew ji doza wan vekişandin û wiha got: "Demek berê parêzerên cemaetê hatin û diyar kirin ku dê alîkariyê bidin wan û xwest em vekişin. Diyar kirin ku dê alîkariya maddî û manevî bidin wan û xwestin ji doze vekişin. Lême ev daxwaza wan qebûl nekir. Em dixwazin bersûcê kuştina 12 kesan bên cezakirin. Niha tenê 15 sal ji wan tê xwestin. Ev ne ceza ye ev xelat e. Divê bi awayekî giran bên cezakirin. Em dixwazin hiqûq û edalet cihê xwe bibîne.

Hat diyar kirin ku qeymeqamê nû yê wekî qeyûm hat tayînkirin Abdullah Demîrdag hatiye gundi ziyaret kirine xwestine ji dozê vekişin.

Hamdullah Kesen / Nurhan Kuzu - dihaber