Qeyûm tayînî Şarediraya Pêrê hat kirin

DERSIM - Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajaroka Pêrê kir.

Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajaroka Pêrê ya bi ser navçeya Mezgêrdê ya Dersimê kir. Şaredar Huseyîn Çetînkaya di 10'ê gulanê de ji kar hatibû durxistin. Li şûna şaredar Qaymeqamê Mezgêrdê Kenan Aktaş wekî qeyûm hat tayînkirin.