COLEMÊRG - Endama Meclîsa Giştî ya Bajarê Colemêrgê Sîbel Çapraz ku di dema pevçûnên sala 2015’an ên Geverê de ji milê xwe birîndar bû û hat binçavkirin û girtin ji doza serbest hatiye berdan 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê girt.
Endama Meclîsa Giştî ya DBP’ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ku di pvçûnên 27’ê Mijdara 2015’an a navçeya Gevera Colemêrgê de ji mile xwe birîndar bû, dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin hatibû girtin di doza di 28’ê Sibatê de hat datîn de dadgehê biryara girtina malê da û serbest berdabû. Rûniştina biryarê ya doza Çapraz ku bi îdîaya “endama rêxistinê ye” û “gel teşwîqî dijminatî û kînê kiriye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Parêzer û malbata Çapraz tevlî dozê bûn. Biryara dadgehê ya derbarê Çapraz a bi şertê kontrolê didome, biryar hat dayîn ku ji “gel teşwîqî dijminatî û kînê kiriye” bê berdan û ji bo “endama rêxistinê ye” jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.
Çapraz ku meha bihûrî ji rovî û kîsikê zirav emelyat bû girtina wê ya li malê didome û hat diyarkirin ku divê li Stenbolê 3 emelyatên din derbas bike.