Parlamenter Encu nehat berdan

ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê ku li 2'yemîn Dadgeha Cezeya Giran a Şirnexê doza wî hat dîtin nehat berdan.

Doza parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê li Girtîgeha Tîipa F a Kandirayê ye li 2'yemîn Dedgeha Cezeya Giran a Şirnexê hat dîtin. Encu hincet nîşan da û beşdarî dozê nebû, parêzerê Encu, Ramazan Demîr li salonê amade bû.

Demîr daxwaznameya ji 5 rûpelan pêk tê pêşkêşî dadgehê kir û xwest muwekîlê wî bê berdan. Piştre dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest rewşa girtîbûna parlamenter Encu berdewam bike ji bo vê yekê jî îdia kir ku daneyên xurt ên gumana sûc nîşan didin hene. Parêzer Demîr diyar kir ku ew beşdarî mutalaya dozger nabe û xwest muwekîlê wî bê berdan.

Dadgehê navbereke kurt da û piştre jî biryara berdewamkirina girtîbûna Encu da û doz taloqî 9'ê Hezîranê kir.