REQQA - Şervanên QSD'ê ku bajar ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin teslîmî gelê tebqayê kirin. Tebqa ku bi bendav, balafirgeha leşkerî, rêgeh û navenda perwerdehiyê tê nasîn, êdî bi tevahî ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin. Piştî QSD'ê, bajar rizgar kirin, jin, ciwan û zarokên kurd, çerkez, ermeniyên di bin tirsa DAÎŞ'ê de bûn êdî dikarin azad li kolan û qadan govendê bigerînin û zarok dikarin serbest bilîzin.
Şervanên Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Rizgarkirina Reqqa de Operasyona Qezaba Firatê dabû destpêkirin. Şervanên QSD'ê di 21'ê Adarê roja Newrozê de di hamleya 4'emîn de dest bi operasyona rizgarkirina Tebqa kirin û piştî 50 rojan bi tevahî Tabqa ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Bajarê ku bi balafirgeha leşkerî, bendav, qadên perwerdehiyê û rêgeha xwe tê nasîn, êdî bi tevahî ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin û ji destê DAÎŞ'ê hat xelaskirin. Bi vî rengî Reqqa ji 4 aliyan hat dorpêçkirin.
BAJAREKÎ STRATEJÎK E
Bajarê Tebqa ku 52 km dûrî Reqqa û 149 kilometre dûrî Helebê ye, xwedî 60 hezar nifûs e. Bajarê Tebqa ku li ser rêya Rakka, Dêra Zor û Musulê cih digire, di aliyê stratejîk de cihekî taybet e. Bi rizgarkirina tebqa hemû rêyên îkmalê yên DAÎŞ'ê hatin qutkirin. Li Tebqa ereb, kurd, çerkez, ermenî û xirîstiyan di nava hevde dijîn. DAÎŞ'ê piştî Tebqa dagir kir wekî rojên reş bi ser gel de hatibû û bi azadkirina Tebqa ya ji destê DAÎŞ'ê gel dîsa gihişt rojên ronahî. Piştî Tebqa hat rizgarkirin zarok dîsa dest bi lîstikên xwe kirin. Tebqa ku ji 9 taxan pêk tê, ji 150 gundan pêk tê. Tebqa di heman temê de li tenişta Çemê Firatê hatiye avakirin. Ji bo Tabqa wekî 2'emîn Medine ya DAÎŞ'ê tê bi navkirin. DAÎŞ'ê kesên ji Rojhilata Navîn, Ewropa û Rusya dihatin li vir perwerde dikir. Gelek çekên aydî DAÎŞ'ê ku ji NATO û welatên navneteweyî stendinbûn hatin desteserkirin.
DAİŞ'ê di sala 2014'an de Tebqa ji rejîma Suriye girt û 160 leşkerên rejîmê înfaz kirin. Gelek balafirên li balafirgeha leşkerî desteser kir. DAÎŞ'ê di şerê Kobanê de 20 tangên li Tebqa desteser kiribû li vir bikar anî. DAÎŞ'ê hemû hêz û çavkaniya xwe ji vir digirt. Piştî Şervanan Hêza Suriyeya Demokratîk (QSD) ava kirin DAİŞ roj bi roj li Rojava û Sûriye paşve ket û têk çû. QSD piştî 3 salan hemû herêm û wargehên ku DAİŞ'ê desteser kiribûn yek bi yek ji destê DAÎŞ'e girt. Yek ji herêmên ku QSD'ê ji destê DAÎŞ'ê girt Tabqa ye. DAÎŞ'ê li tebqa welatî wekî mertal li dijî QSD'ê bikar anîn. Lê tevî her tiştî QSD'ê ewil balafirgeha leşkerî, Rêya bendava tebqa, û herî dawî jî bajarê Tebqa bi tevahî ji destê DAÎŞ'ê xelas kir û rizgar kir. Hemû rêyên stratejîk ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir û rêyên bêhn û jiyanê dide DAÎŞ'ê ji ser DAÎŞ'ê qut kirin. Bi rizgarkirigna Tebqa rêya DAÎŞ'ê ya navbera Rakka û Halep hat qutkirin.
Bi rizgarkirina Tebqa Benda herî mezin a Sûriyeyê ket destê QSD'ê. Benda ku nêzî 60 metre bilindahiya wê, 4.5 kilometre dirêjahiya wê heye û Bendava herî mezin a Sûriyeyê ye êdî di destê QSD'ê de ye. Bendava Tebqa navenda enerjiyê ye û li hemû herêma Rojava û gelek bajarên Sûriye ceyranêdide.
COŞA AZADIYÊ LI KOLANAN XWE DA DER
Piştî Tebqa hat rizgarkirin bi hezaran jin û zarok daketin kolanan. Jinan li kolanan govend girtin û zarokan dest bi lîstikên xwe kirin. Jinan û zarokan bi gotina “Hurriye (Azadî" gotina Azadiyê qêriyan. Li bajar firin ji nûve hatin vekirin. Komîteya Amadekar a Meclîsa Bajar a Tabqa û Meclîsa Gel a Rakka dest bi alîkariya pêdiviyên jiyanî kir.
BENDAV DÊ BÊ TEMÎRKIRIN
Di roja 50'emîn a operasyona azadiyê de bendava ku ji DAIŞ'ê hate paqijkirin, endezyarê bi navê Ehmed Hecî Ebûd ê li bendavê dixebite diyar kir ku 12 salan li bendavê dixebite. Ebud ê li bendava ku sovyetan di 1968'an de dest bi çêkirinê kir û di 1974'an de jî xilas kir, anî ziman ku beriya ku DAIŞ bê nêzî 700 kes dixebitîn. Ebûd da zanîn ku piraniya xebatkar mecbûr mane birevin û wiha got: "Ev bendav li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê xwedî ciheke girîng e. Ji Reqa, Heleb, Dêra Zor, heta li Misûlê jî dikare enerjiyê belav bike. Li vî bendavê ewil bav^emin dixebitî niha jî ez dixebitim. Dema ku DAIŞ ev der dagir kir, gelek xebatkar reviyan. Piraniya wan jî reviyan derveyî welat. Min û çend kesên li vir bi zorê didan xebitandin. Gelek zirar dan vê derê. Gelek malzeme dizîn. Ji bo QSD bengavê negire meyin li her derê danîn. Ev bes nedîtin hin qapax bi mayînan ve teqandin. Ekîba ku me bi QSD'ê ve ava kir ve dem bi dem me Lêkolîn dikir. Bi vî rengî me hewl da ku pêşiya zirarê bigirin. Şukur şervanan ev der ji wan girtin û rizgar kirin. Em ê dest bidin hev zirara ku hatiye dayîn temîr bikin."
TIŞTÊN KU FERASETA DAIŞ'Ê ANÎ
Li cihên bilind alên DAIŞ'ê şûna xwe li sembol û alên gelan hiştiye, li navendên îşkence û girtîgehan ên cihên tirsê ne hatin girtin. Jinan çarşevên xwe avêtin û cilên rengên li xwe kirin, li her quncikê govenda azadiyê tê gerandin. Salîh Mihemmed ê di dema rejîma Sûriyeyê 35 sal in memûrî kiriye jî diyar kir ku 6 salên dawî ye esnafî kiriye bi hatina DAIŞ'ê re jî her tişt hatiye guhertin. Mihammed da zanîn ku bi hatina DAIŞ'ê re gelên ermen, çerkes û xiristiyanan koç kirine û wiha berdewam kir: "Dema ku ew hatin her tişt hate guhertin. Di serî de mudaxaleyî terzê jiyana me kirin. Her tişt bi sîstema xwe ve pêk anîn, nehiştin em bêhnê bigirin. Ji ber ku ez nimêjê nakim û cigareyê dikişînim gelek caran hatim girtin û îşkence li min kirin. Piştî kirinên vî ferasetê ez li mala xwe mam. Jiyana min wekî hespê derbas bû."
'DEMA KU BE BIHÎST QSD HAT ME AMADEKARÎ KIR'
Ji welatiyên Tebqayê Farîs Abdullah jî kargeha xwe vekir û zirarên ku DAIŞ'ê daye yek bi yek ji holê radike jî diyar kir ku ew 3 sal in zilmekî ku nehatiyê dîtin re rû bi rû mane. Abdullah destnîşan kir ku dema ku êdî hêviya xwe qut kirine bihistine ku QSD'ê hamleya azadiyê daye destpêkirin û wiha axivî: "dema ku me bihist dê QSD bê em jî ketin nava tevgerê. Me amadekariyên xwe kir. Ji bo ku me li hemberî wan bi kar neynin em direviyan qadên QSD'ê. Bi vî rengî gelek kes dihatin girtin. Ji ber ku em ji wan xilas bûne, her roj govendê digerînin. Niha jî wekî gel em ê rizgariya xwe li navenda bajar bi govendê pîroz bikin. Ji bo coşa xwe bînin ziman em ê pîrozbahiyan li dar bixin. Beriya şer ez mumur bûm. Jixwe bi hatina DAIŞ'ê re maeşên me jî qut kirin. Dema ku ew hatin her tiş guherî. Mudaxaleyê terzê jiyana me kirin."
Li aliyê din li bendê ye ku Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di nava rojê de têkîldarî azadkirina bendava Tebqa û Tebqayê daxuyaniyê bide.
Nazim Daştan - dîhaber